Bagok, meskenê pakrewanan e her tim. Gelek hevalên qehreman û aza (wêrek) bûn mêvanên Bagokê. Di dîroka partiyê de şerê Bagokê bi nav û deng e. Bi pêşengiya hevala Aytan di sala 1988’an de. Ev şopdarên heqîqetê bi salan didome kiriye. Mirov dikare bêje; lênûska Bagokê bi qehremantiyê tijî ye. Tu carê ev axa pîroz radestî neyar nehatiye kirin; her tim ji hêla gerîla ve hatiye parastin. Di vê têkoşînê de gelek gerîlayên aza jî şehîd ketine. Ev jî hiştiye ku her tim hêviya hevalên wir û gelên wir xurtir bike.

Ev şopdariya heqîqetê heta niha didome û dê didome jî. Hevrê Egîd jî yek ji zarokên ji warî pêxemberan ji Rihayê bû. Nîqaşên wî pir bûn. Dema ku zarok bû, li sînorê mêze dikir kîn û hêviya wî zêdetir dibû. Hîn zarok bû digot; “Dê rojek were ev sînor bêwate be û ez ê Kobanê hembêz bikim.” Ji bo têkoşînê berê xwe da wargehên azad. Pergala dewletê, pişaftina dewletê di serî de qebûl nekir û ji bo wê soza têkoşînê da. Dema ku rêhaval Egîd tevli partiyê bû, salên herî dijwar bûn li bakurê Kurdistanê. Sala ku rêheval Egîd ket rê, dijmin digot; “Teqez em ê wan xelas bikin.” Li hemberî vê dirûşma neyar tevgerê jî got, “ Ya serkeftin, ya serkeftin.” Egîd heval bi moralekî berz bilind ket ser rêya heqîqetê. Şansê hevalê Egîd hebû, dema ku hîn nû tevli dibe diçe qada serokatiyê. Bi dîtina serokatiyê hêviya wî pir xurtir dibe. Bi demê re hêvî û xeyalên wî digihîjin asta herî jor.
Ji ber ku hevalê Egîd hevalêkî dana (jîr) bû her tim di çeperên pêşîn de cih digirt. Dilêrbûna hevalê Egîd di gazîbûna wî de xuya dikir. 4 caran birîndar bûbû lê dîsa di qadên pratîkê de xwe neda paş û her tim di nav pratîkê de bû. Her tim bi xwe dilniya bû (piştrast bû) û boçûna wî (nêrîna wî) her tim a xeta partiyê bû. Henûnbûna wî (sempatîk) xwe zû dida hezkirin bi hevalêan; ji ber ku her tim rûbiken bû û zarşêrîn bû. Hemû qisekirina wî wekî tika (rica) dihat ji hevalan re yanî gelek dilnizim bû. Nefsbiçûkiya wî hêjayî mêzekirinê bû. Di sala 1993-97’an de li eyaleta Zagrosê di pratîka herî zor de cih girt. Dema ew bûyera xemgîn a Çiyayî Reşkê çêdibe ew jî li wir e, bi birîndarî xelas dibe.
Hinek bûyerên ku bi serê wî de hatine ji me re behs kirin carna rondik ji çavên mirov dihatin li hemberî van bûyeran. Germahiya hevalê Egîd bê pênase bû. Tempoya sermahiya wî her tim di asta herî jor de bû. Her çiqas rêheval Egîd gazî bû jî di sala 2005’an de wekî berpirsyarê herêma Bagokê hat Bagokê. Bi dil û giyaneke xurt tevli kar bû. Her tim pêşeng bû û rêzanê hevalên xwe bû. Karên giran digirt ser milên xwe. Me jê re digot, “Heval ev kar giran e tu neke.” Lê heval digot: “Hîn gelek cihên min saxlem in.”
Ev bersiva wî hêviya me xurttir dikir. Hevalekî pir baldar û bi tedbîr bû. Ji bo hevalên cem wî zarar nebînin her tin ser lingan bû û pir çavekirî bû. Te zû hez ji Bagokê kir. Di demeke kin de Bagokê hemû nas kir. Noqteya herî te jê hez dikir noqteya Ş.Kendal bû. Ji ber ku ji çend rojan carekê te digot; “Ka em biçin wir.” Bi rastî jî noqteyeke xweş bû û stêrgeha hevalan bû. Belê heval; kî dizane ku rojek were cihên te herî ji hez dikir, goristaneke bi navê “Egîd Suruç” vekin.
Bi sedan dayik û ciwan werin bibin mêvanê te! Kê dizanibû heval ku dê rojek were Pirsûs û Kobanê bibin yek! Kê dizanibû heval dê Rojava bibe mînak ji bo Rojhilata Navîn? Min pir dixwest heval tu pêşketinên niha li Rojava bibînî. Min pir dixwest tu bibî şahidê manîfestoya Rêber Apo a Newrozê! Em bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreşê ditewînin.


BEXTIYAR ELÎ*
 

* Ev nivîs li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê ji bo bîranîna Egîd Suruç (Ahmet Ogurlu) ê di sala 1993’ê tevli refên gerîla bû û di di sala 2009’an de li çiyayê Bagokê şehîd bû.