BERLÎN: Di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de, li paytexta Elmanya Berlînê şehîdên Cotmehê hatin bîranîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê KOMAW’ê Şenge Kahraman û aktîvîsteke jin Nûpel Mûnzûr axivîn. Mûnzûr da xuyakirin ku Bêrîtan li dijî xiyaneta PDK’ê xwe ji zinêr avêtiye û bi vî rengî nîşanî dost û dijminan daye ku divê bi çi rengî xwedî li xeta Rêbertî derkevin. Piştî nîşandana sînevîzyona li ser şehîdên meha Cotmehê, bi wesîleya meha Mûharremê aşûre hat belavkirin.
HAMBÛRG: Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Hambûrgê jî Meclîsa Jinê ya Rojbîn çalakiyeke bîranînê organîze kir. Li vê derê, li ser navê TJK-E axaftin hat kirin û hat destnîşankirin, ku berxwedana Bêrîtan xeta lehengî û têkoşîna jinê ye. Li dû axaftinan, Nûjîn û Nûpelda, Kadriye Akinci û Jiyan Arjîn stran gotin.
FRANKFURT: Li Frankfûrt a Elmanya jî Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn. Bîranîn ji hêla Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Elmanya (YJK-E) û Komeleya Malbatên Winda û Şehîdên Kurdistanê ve (KOMAW) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê pêk hat. Di bernameyê de Dayika Ezîza, nûnera KOMAW’ê Şîlhan Dêrsim axivîn.
LÛDWÎGSHAFEN: Li bajarê Lûdwîgshafen ê Elmanyayê, Şehîdên Cotmehê li Navenda Civaka Demokratîk hatin bîranîn. Di destpêka merasîmê de ji Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan Gulê Ûgûrlû axivî. Piştre li ser navê KOMAW’ê Lokman Arslan peyivî. Li dû axaftinan sînevîzyon hat nîşandan.
FREÎBÛRG: Merasîma bîranînê ya li bajarê Freîbûrgê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) Şaxê Freîbûrgê û Meclîsa Jinê ya Nûda ve hat organîzekirin. Merasîma ku gelek kes lê amade bûn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nûnerên YJK-E û KOMAW’ê axivîn. Li dû nîşandana sînevîzyonê helaw û nanê xêrê hatin belavkirin.
ESSEN: Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîvan û Şengalê, li NAVEND a Essenê şehîdên Cotmehê bibîr anîn. Bi qasî 500 kesên li bajarê Essen û derdora wê dijîn, tevlî bîranînê bûn. Leyla Şoreşger di destpêkê de axivî û got, “Yek ji van hevrê Arîn Mîrkan bû. Hevrê Arîn Mîrkan mîrateya xwe ji Bêrîtan girtibû.” Xizmên şehîdan jî li vir axivîn û gotin, zarokên wan ji bo Kurdistanê şehîd bûne. Li dû axaftinan sînevîzyon hat nîşandan û Koma Şehîd Welat li ser şehîdan stranên xwe got.
DEN HAAG: Meclîsa Jinê ya Ronahî û Komîsyona Malbatên Şehîdan, li NCDK a li bajarê Den Haag ê Hollandayê, merasîma bîranîna Şehîdên Cotmehê lidar xistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji TJK-E Derya Nûrhak û Dîlan Amed axivîn. Di çalakiyê de di serî de Bêrîtan, Azîme, Ronahî ya Elman, Hêlîn Çerkez, Canda a Tirk hemû şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn. Piştre sînevîzyon hat nîşandan, helbest hatin xwendin.
AMSTERDAM: Li paytexta Hollanda Amsterdamê, di şexsê Hakki Serhat de ku 2’yê Cottmeha 2016’an jiyana xwe ji dest dabû, hemû şervanên azadiyê hatin bibîranîn. Li bernameya bîranînê ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Tevgera Jinê hatibû lidarxistin, yek ji nasê Hakki Serhat Bedran Serhat axivî. Nûnera Tevgera Jinê bal kişandina ser xeta berxwedanê ya Bêrîtan û Zîlan û diyar kir, bi vê xetê li Rojava şoreş pêk hat.
MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya ya Fransayê jî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Di bîranînê de li ser navê Meclîsa Arîn Mîrxan axaftin hatin kirin û sînevîzyoneke hate nîşandan.
Nameyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin û yên malbatan hatin xwendin. Bîranîn bi dirûşmên, ‘’şehîd namirin’’ bi dawî bû.
STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, Şehîdên Cotmehê bi çalakiyekê hatin bîranîn. Bîranîn ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd Amara û Komîsyona Malbatên Şehîdan ve hat lidarxistin. Li ser navê amadekarên merasîmê Şukran Kara û nûnera TJK-E Zeynep Dersîm axifîn. Merasîma bîranînê bi xwendina helbestan li ser şehîdan qediya.
NAVENDA NÛÇEYAN