Li herêma Basîra ya gundê Dêrazorê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê ku di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên gundên Dêrazorê cenazeyê 3 şervanên QSD’ê Kerem El-Casim (Esed), Teha El-Mişrif El-Şean (Huzeyîfe) û Fîras Ehmed (Sêf) ku di 10’ê Îlonê de şehîd bûbûn, oxir kirin.
Li goristanê fermandarê QSD’ê Sêf El-Esker axivî û got: “Em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin, em ê heta dawiyê li ser rêya şehîdan bin, li ser rêya hevalên şehîd têkoşîna me dewam dike.”
ANHA/DÊRAZOR