HPG’ê nasnameya şehîdên Heftenînê eşkere kir û got, “Hevrêyên me bûne mînakên berbiçav ên berxwedaneke mezin, fedakarî û yekbûna bi ruhê neteweyî. Wan navê xwe bi herfên zêrîn li dîroka berxwedana Kurdistanê nivîsandin.” Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye: “Dewleta Tirk a mêhtinger di 16’ê Hezîrana 2020’an de ji bo dagirkirina axa Kurdistanê yek ji tevgera herî mezin a dagirkeriyê daye destpêkirin. Dewleta Tirk a faşîst a ku hewl dide îradeya azad a gelê Kurd, Gerîlayên Azadiyê û hemû temsîliyetên wê ji holê rake û ji ber vê jî qada Heftenînê ji xwe re kiriye hedef. Berxwedana bêhempa a gerîlayên azadiyê ya li dijî dagirkeriyê, diyar dike ku îradeya mirov li hemberî teknîka herî pêşketî jî dikare bi ser bikeve. Hevrêyên me Rifat Aksoy bi nasnav Egîd Çiya yê li Batmanê ji dayik bûye û Murat Aktaş bi nasnav Mazlûm Pîro yê li Qersê ji dayik bûye di berxwedana Girê Dûpişk de heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirine û hevrêyên me Şerîf Elî Ebûbekir bi nasnav Çiya Bakur ê li Ranyayê ji dayik bûye, Nadir Kerîmî bi nasnav Şahîn Tolhildan ê li Sinê ji dayik bûye û Mehdî Ehmedî bi nasnav Tolhildan Ararat ê li Kotolê ji dayik bûye di êrîşa hewayî de ya beriya operasyona dagirker de şehîd bûne. Hevrêyên me Egîd, Çiya, Mazlûm, Şahîn û Tolhildan di pêngava Cenga Heftanînê de derbên giran li dijmin xistine. Malbatê hêja yên hevrêyên me yên qehreman di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û sozê didin ku em ê bîranînên wan bi têkoşîna xwe pêk bînin.” ANF/BEHDÎNAN