Şehîdên Pirsûsê yên Kobanê ne
Di sêyemîn salvegera wê de, komkujiya Pirsûsê li paytexta Elmanyayê Berlînê hat bibîranîn. Federasyona Karkerên Koçber a Elmanyayê (AGÎF), Yekîtya Jinên Sosyalîst (SKB), NAV-DEM a Berlînê û HDK a Berlînê bi hev re çalakiya bibîranînê organîze kir.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, sînevîzyonek li ser şehîdên Pirsûsê hat nîşandan.
Nûnerên AGÎF û SKB´ê di axaftina xwe ya li çalakiyê de got, komkujiya li Pirsûsê ya roja 20´ê Tîrmeha 2015´an dawî li pêvajoya aştiyê aniye, û dewleta Tirk û rejîma wê ya Erdogan êdî nikarin berpirsiyariya xwe ya di vê komkujiyê de veşêrin. Ji ber vê jî bang li her kesî hat kirin, têkoşîna edaletê xurt û berfireh bikin, da ku hesab karibe ji berpirsiyaran bê pirsîn.
Hevserokê NAV-DEM´a Berlînê Yeko Ardil jî di axaftina xwe de got, “Desteka raya giştî ya di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de zêde dibû, hevgirtina tevgera çep a Tirkiyeyê bi şoreşa Kurdistanê re, AKP´ya faşîst aciz dikir. Ji bo pêşî li vê bê girtin li Pirsûsê dest bi komkujiyan kirin û ev li gelek deveran kirin. Armanc tevgera çep a Tirkiyeyê bû û hedef jî ew bû ku bi gelê Kurd re ew negihîjin hev. Heger ev konsept hatiba şikandin, AKP´ê wê nikarîba vê rejîma xwe ya dîktayê bi cih bike. Şehîdên Pirsûsê, şehîdên Kobanê ne.”
Piştî axaftinan çalakiya bibîranînê bi sloganên “şehîd namirin” bi dawî bû.