Kurdên ji rojavayê Kurdistanê li paytexta Elmanya Berlînê bi mebesta bîranîna şehîdên şoreşa Rojava ku di heman demê de wek şoreşa azadiyê jî tê pênasekirin rêûresmeke bîranînê lidarxistin. Rêûresma bîranînê di kesayetiya Levi Jonathan Shirley’(Agir Şervan), Faysal Ebu Leyla û Husên Şawîş (Herekol) de ji bo tevahiya şehîdên şoreşê hat lidarxistin.  Piştî deqeyek ji bo giyanên pakrewanên Kurdistanê mamosteyê zimanê Kurdî Adnan Osê ku di heman demê de di rêveberiya PYD Berlîn de kar dike li ser girîngî û watedariya şehadetê û şehîdan axivî. Li ser navê malbatên şehîdan Şemse Bîlgîn jî behsa tevlibûna keça xwe ya şoreşê û şahedeta wê kir. Bîlgîn got: “Keça min li vir çêbû, mezin bû lê rewşa welat qebûl nekir..” 

 

Li du bajarên Swêdê bîranîn

Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê û endamê Fermandariya Giştî ya YPG’ê Hisên Çawiş ê di dema merasîma salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da, li bajarên Stockholm û Ûppsala yên Swêê hatin bîranîn.


Bîranînek ji bo şehîdên Pirsûsê

Di çalakiyek li bajarê Saabrucken ê Elmanyayê de, di şexsê Cebraîl Gunebakan de hemû şehîdên Pirsûsê hatin bîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.

Li dû nîşandana sînevîzyona li ser mijara şehîdên Pirsûsê, ji Komîsyona Malbatê Şehîdan Hatîce Tosûn axivî û destnîşan kir, ku ji bo bîranîna şehîdan divê ew têkoşîna hevpar mezin bikin.Mehmet Gunebakan apê Cebraîl Gunebakan jî qada jiyan û bîranînên pê re kir.Serokê AveG-Konê Bakî Selçûk jî işaret bi girîngiya şoreşa Rojava kir. 


 YEKO ARDIL/BERLIN