Bi hezaran şêniyên herêma Firatê bi merasîmekê cenazeyê hersê şehîdên sivîl Xelîl Xalid Cio yê ji gundê Qolanê Qere Elî, Mistefa Hecî ji gundê Qolanê û Mehmûd Xan Temo ji gundê Helincê ku di encama êrişa hawayî ya dewleta Tirk a li dijî Şengalê de şehîd bûbûn, li goristana Şehîd Dicle spartin axê.
Şêniyan wêneyên hersê şehîdan û wêneyê şervanê YPG`ê Simo Simê dema ku bi erka xwe ya eskerî radibû şehîd bûbû, hildan.
Başûr dîsa neparast
Di merasîmê de hevseroka Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Dilbirîn Kobanê got, “Ma ev cezayê gelê Kurd ku li şûna cîhanê şerê terorê kir, Tirkiyê li pêşiya çavên cîhanê sivîlan bombebaran dike û her roj rastî gefan tê, divê her kes dîroka gelê Kurd ê ku rojekê serê xwe ji dijmin re netewand, bixwîne.”
Dilbirîn Kobanê ji ber ku nekarî Şengalê biparêze rexne li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê girt.
Paşê Hevserokê Meclisa Rêveberiya Kantona Kobanê Enwer Mislim got, “Her tim Tirkiyê me neçar dike ku em çekê rakin da ku parastina xwe bikin, em radihêjin çekan ji bo parastina herêmên bi xwîna şehîdan rizgar kirî. Ew serbilindî ye û ji bo doza me ye, doza belavkirina fikira Netewa Demokratîk di nava gelan de ye.”
Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 4 şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Bi tilîliyên dayîkan xelkê şehîd spartin axê.
ANHA / KOBANÊ