Bi pêşengiya Komîteya Bernê ya PYD’ê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, endamê Konseya Fermandaran a YPG’ê Hisên Şawîş hat bîranîn. Bîranîna ku bi sedan kes lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Piştre li ser navê PYD’ê Beşîr Efrîn û Xebat Dêrik axivîn. Qisekeran qala jiyan û têkoşîna Şehîd Herekol kirin. Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser têkoşîna Şehîd Herekol hat nîşandan.

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya Komîsyona Malbatên Şehîdan a PYD’ê ya Stûttgartê merasîmek bîranînê hat lidarxristin. Merasîm li Navenda Civaka demokratîk a Kurd pêk hat û malbat, xizmên Şawîş û gelek Kurdistanî amade bûn. Di bîranînê de li dû deqeyeke rêzgirtinê, sînevîzyon li ser têkoîna Şawîş hat nîşandan û piştre li ser navê PYD’ê Dr. M. Emîn axivî û got, “Eger em îro qedera xwe bi destê xwe xêz dikin, ev yek bi keda şehîdan e.”

Li ser navê PYD’ê jî xalê Şawîş Tayîp Şawîş peyivî û got, “Ew weke xezîneyeke zanistiyê bû. Bi zanistî û kda xwe, bû milê Kurd û Kurdistanê. Ew ne şehîdê malbatekê bi tenê ye, şehîdê tevahiya gele Kurd e. Em bi wî serbilind in.”

Şîrîn Amed ê li Minbicê di operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla de şehîd ket, tevî hevrêyên xwe yên YPG’yî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîse hat bîranîn. Malbata Şîrîn Amed jî tevlî merasîma bîranînê bû.Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan, li ser navê Malbatên Şehîdan Bakî Ûlûdag axivî. Ûlûdag bi bîranîna Amed dest bi axaftina xwe kir û got, “Hevalekî ku di nava 18 salên xwe yên têkoşînê de bi ked û dilnizmiya xwe dihat hezkirin bû.”

Piştre siyasetmedarê Kurd Ahmet Kaya axivî û got, “PEm ê ti carî xwe ji dayîna berdêlan venegerin. Rewşa milîtanî ya PKK’ê û şehîdên wê ev xet danî holê.”Di dawiya bîranînê de ji Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Zozan Serhat peyivî, bal kişand ser girîngiya dilsoziya bi şehîdan re û destnîşan kir, yên li Kurdistanê dîrokê dinivîsînin ev nirx in. 


 NAVENDA NÛÇEYAN