Heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), çû serlêdana xizmên 4 jê zarok 7 sivîl ên di êrîşa hewayî ya Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dan. Heyeta ku ji 7 kes „Şehîdên Yekitiya Neteweyî“ îlan kir xwest Tirkiyê di dadgeha sûcên şer a navneteweyî de bê darizandin.
Heyeta KNK, çû navçeya Ranya ya bi ser Silmaniyê xizmên 4 jê zarok 7 sivîl ên di êrîşa hewayî ya Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da ziyaret kir. Endamê KNK’ê Dr. Bekîr Mecît, diyar kir ku êrîşa ku li jin û zarok jî nas nakê tê kirin, li dijî mirovahiyê ye, got bersiva herî mezin ya li dijî van êrîşa „Yekîtiya neteweyî ye“.
Endamê KNK’ê hiqûqnas Emîre Hesen, jî anî ziman ku Tirkiye û Îran sînoran bin pê dike, bang li hikûmetên Navendî ya Îraq û Herêma Federal a Kurdistanê kir got bila ji bo sekinandina êrîşa hewayî peywîrên xwe bi cih bînin. Hesen, got ew ê li cem malbatên mexdûr bin û xwest Tirkiye di dadgeha sûcên ser a navneteweyî de bê darizandin.
Endamê KNK’ê Şiyar Mihemed de, diyar kir ku daxuyaniya Serfermandariyê û Wezîrê Kare Dervê yên Tirkiyeyê ya „Me sivîl ne kuştin“ ji çanda derew a dîroka wan tê û wiha axivî: „Tirkiye di dîrokê de komkujiya ku li hemberê ermenan pêk anî jî têxe stûwe Kurdan. Lê vê care nikarin kesekî bixapînin. Ev qetilkirina sivîlan bûye sedema hêrsa hemû Kurdan. Ji ber vê jî em van mirovên xwe Şehîdên Yekitiya Neteweyî îlan dikin.“

Endamê KNK’ê Perwîn Ezîz jî, got kesên li ber çav Qeladizê bombaran dikin, sibê kes garantiya Hewlêr, bajarên din jî bombaran nakin nadê. Şervan Huseyîn Mustafa, yê dayika, bav û birayê xwe di êrîşa hewayî de winda kir anî ziman ku Tirkiyeyê sucêk li hemberî mirovahiyê kiriyê û xwest Tirkiyê hesabê bêdenên hatin parçekirin bide.

HEWLÊR




Operasyon protesto kirin


Li Almanyayê anîfaşîst û Kurdan operasyonên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê protesto kirin. Di meşê de rageşî di navbera xwepêşandêr û polîsan de rû da. Ciwanan bê navber dirûşim gotin û Tirkiyeyê şermezar kirin.
Êrîşên hewayî yên artêşa Tirk li Kurdistan û her çar hêlên cîhanê tên protestokirin. Di meşa ji aliyê Ciwanên Azad ên Berlînê ve li paytexta Almanya Berlînê hate lidarxistin de bi sedan kes beşdar bûn. Di meşa ji stasyona Gesundbrunnen a semta Weddingê dest pê kir de alên kes, sor û zer hatin vekirin û pankarta bi Alman li ser “Dawî li şerê li Kurdistanê bînin” û “Duh Hîtler, îro Erdogan” nivîsandibûn hildan. Her wiha di meşê de wêneyê 7 kesên sivîl ên di encama êrişa artêşa Tirk de li Qendîlê jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin hildan.. Ciwan bi qasî 5 kîlometreyan meşiya û ciwanan di meşê de peyama “Êdî Bes e, Sebra me nema” da û ji ber panzerên Alman ên li Kurdistanê, dewleta Alman şermezar kirin. Carna di navbera ciwan û polîsan de rageşî rû da. Di encamê de li ciwanê Kurd Necatî Înce xistin û girtin bin çavan.

‘Panzerên we Kurdan qetil dikin’

Ji Antîfaşîstên Alman Arian Wendel di meşê de axaftinek kir û operasyonên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Wendel got; “Dewleta Tirk hiqûqa navnetewî bin pê dike. Gelek tê bombebarankirin. Sivîl tên qetilkirin. Li vir mirovahî tê binpêkirin, lê cîhan û YE bê deng e.” Wendel di axaftina xwe de dewleta Alman rexne kir û got; “Artêşa Tirk niha li Kurdistanê bi panzerên Almanyayê Kurdan qetil dike. Her wiha li Almanyayê jî Kurd û PKK tên qedexekirin. Divê di demek zû de ev operasyon bêne rawestandin û Almanya jî firotina panzeran bo Tirkiyeyê rawestîne.”

BERLÎN




Rêxistina Efûyê daxwaza lêkolînê kir

Rêxistina Efûya Navnetewî derbarê 7 sivîlên li Qendîlê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatin kuştin de daxuyaniyek da û xwest qetilkirina sivîlan a ji aliyê artêşa Tirk ve werin lêkolîn.
Di 21’ê tebaxê de, di encama êrişên balafirên artêşa Tirk li devera Qendîlê jiyana xwe ji dest dan. Rêxistina Efûya Navnetewî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û xwest bûyer were lêkolîn. Rêxistina Efûyê di daxuyaniyê de got; “Di 21’ê tebaxa 2011 de Huseyîn Mustefa Hesen ê 61 salî û endamên malbata wî di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk de li ser riya Qendîl û Ranyayê de jiyana xwe ji dest dan. Navên wan kesên din ên sivîl wiha e: Huseyîn Mustefa Hesen, hevsera wî ya 43 salî Mer Haci Mam Kak, keça wî Rezan Huseyîn Mustefa a 20 salî, du keçên wê Sonya Şemal Hesen a 2 salî, Solîn Şemal Hesen a 6 salî, kurê wî Zana Husseyîn Mustefa yê 11 salî û Oskar Xuzer Hesen ê 10 salî jiyana xwe ji dest dan. Piştî wê di heman rojê de li Ranyayê hatin definkirin. Efûya Navnetewî bal dikişîne ser êrişên artêşa Tirk ên ji 17’ê tebaxê ve li ser Başûrê Kurdistanê dest pê kirine û diyar dike ku di enama êrişê de bi dehan gund hatine valakirin. Di daxuyaniyê de tên gotin ku ev êrişa dewleta Tirk ji aliyê Mesûd Barzanî jî di nav de gelek rayedar û gelê Herêma Kurdistanê ve hatin şermezarkirin.

Rêxistinê bang li rayedarên Tirk dike ku ji bo vekolîna bûyerê heyetek serbixwe bişîne cihê bûyerê û lêkolîn pêk bîne. Rêxistinê got; “Divê heyet lêkolîn bike ka Tirkiyeyê çiqas zagonên navnetewî hatine bipêkirin û her wiha divê li gorî wê Tirkiye berpirsên bûyerê bidarizîne. Divê Tirkiye tezmînatê bide xizmên kesên bûne qûrbanên êrişê.

LONDON