Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê duh êvarî li Hola 5’ê Adarê  yek ji fermandarên HPG’ê Helwest Partîzan (Hîwa Hamid)  di çilrojiya şahedeta xwe de bi merasîmekê hate bîranîn. Di merasîmê de malbata fermandar Partîzan û malbatên şehîdan mûm hatin vexistin. 

Piştre jî li ser navê Komîteya Şehîdên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê Dayê Fethiye axivî û got; “Fermandar Helwest ne tenê şehîdê malbata xwe ye. Ew şehîdê welat û gelê xwe ye. Şehîd Helwest ji bo gelê xwe biparêzê

ji Başûrê Kurdistanê  çû Bakûrê Kurdsitanê û li dijî dagirkeran têkoşiya.” 

Bang li PDK’ê kir 

Dayê Fethiye axaftina xwe wiha berdewam kir; “Peyama min ji bo ewên ku dibêjin, ‘bila PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve’ ewê ku dema Şengal, Mexmûr û Kerkûk kete tengasiyê nexuya bûn. Bila zanibin ev hemû zarokên vî gelî ne û di nava tevgera Apocî de cihên xwe digirin, bê ku berjewendiyên malbatî û berîka xwe bi hizrin ji bo xak û welatê xwe şer dikin.”

 Têkoşîna 21 salan

Li ser navê Tevgera Azadî ya Civaka  Kurdistanê jî Hemedemîn axivî û wiha ragihand; “Helwest Partîzan 21 sal xebat û têkoşîna gelê xwe kir. Çend caran hevalan daxwaz kir ku heval Helwest li Başûrê Kurdistanê kar bike, lê heval Helwest ji vê yekê razî nebû. Di got li Bakûr zêdetir karê rêxistinê bi min heye. Li kûderê erk û karê giran hebûya heval Helwest li wê derê amade bû. Ji ber vê yekê di dema merasîma veşartina cenazayê wî de ji hemû bajar û navçeyên Başûr xelk hatibûn beşdar bibûn. Bi rastî heval Helwest havênê yekîtiya netewî bû.”

 Helwest Partîzan

Hîwa Hamid nasnav Helwest Partîzan li Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1996’an de beşdarî nava refên gerîla bûye. 21 salan gerîlatî û fermandarî kiriye. Di 6’ê Kanûna 2016’an de li Bakûrê Kurdistanê di şerekî de şehîd bû ye.


MIHEMED HESEN / RANYA