Hunermendan bang li gelê Kurd û hemû alîgirên partiyên siyasî jî kir da ku zextê li hêzên xwe yên siyasî bikin ji bo ku gavên pêwîst biavêjin û hew Kurdistan ji ber parçebûna navxweyî were dagirkirin.

Hunermendên Kurd ji bo xatirê yekîtiya neteweyî li paytexta Swêdê Stockholmê konserek da. Konser yekşema bihurî li Hola Hallenê pêk hat û bi rêzgirtina li ber sirûda “Ey Reqîp” dest pê kir. Ev konser encama xebatên Înîsiyatîfa Hunermendên Kurd li Derveyî Welat yên ji bo yekîtiya neteweyî de hat organîze kirin. Hunermendan di konserê de bang li Kurdan kir da ku zextê li aliyên siyasî bikin ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî.

Golah Xizîrî û Mahmûd Hame Taha Akreyî bernameya konserê pêşkêş kir. Hunermend Xelîl Xemgîn, Mîhamed Taha Akreyî, Nasir Rezzazî, Narîn Feqe, Nejmeddîn Xulamî, Hesen Şerîf, Ayfer Duzdaş, Diyar Dersimî, Kejal Ademî, Hoshyar Hama Farag, Marîwan Safadîn û Şivan Perwer di konserê de stranên xwe gotin.

Xelîl Xemgîn pêşî derket ser dikê û beriya bistirê, qala sedema lidarxistin konserê kir.

Xemgîn diyar kir ku hunermendên Kurd, piştî destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê civiyabûn, ji bo karê yekîtiya neteweyî xurt bikin, hingê ketin nava hewldaneke wiha.

Xelîl Xemgîn wiha peyivî: “Em dixwazin van konseran ji Helebceyê heta Kobanê li dar bixin. Em dixwazin rêxistin û partiyan hemûyan tevlî vî karî bikin.”

Guh bidin dengê hunermendan

Xelîl Xemgîn ji partî û rêxistinên Kurdistanî xwest ku guh bidin dengê hunermendan û piştgiriya van hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî bikin.

Piştre hunermend Mîhamed Taha Akreyî, Nasir Rezzazî, Narîn Feqe, Nejmeddîn Xulamî, Hesen Şerîf, Ayfer Duzdaş, Diyar Dersimî, Kejal Ademî, Hoshyar Hama Farag, Marîwan Safadîn û Şivan Perwer derketin ser dikê û her yekî du stran gotin.

Girseyeke qelebalix a Kurdan hola konserê tijî kir.

Hunermendan bang li gelê Kurd û hemû alîgirên partiyên siyasî jî kir da ku zextê li hêzên xwe yên siyasî bikin ji bo ku gavên pêwîst biavêjin û hew Kurdistan ji ber parçebûna navxweyî were dagirkirin.

Hunermend her wiha pirs ji hêzên siyasî yên Kurd kirin û gotin, “Çi astengî li pêşiya we heye ku hun nikarin ji bo berjewendiyên hevbeş yên Kurd û Kurdistanê na civin?”.

KNK´ê hunermend xelat kirin

Di dawiya konserê de herdu hevserokên KNK’ê Ehmed Karamuş û Zeynep Murad derketin ser dikê û li ser girîngiya yekîtiya neteweyî û hewldanên hunermendên Kurd de ji xelkê hazir re peyivîn. Piştî axaftinan Hevserokên KNK’ê plaketên malavahiyê dan hunermendên beşdarî konserê bûne. Piştî dayîna plaketên malavahiyê, hunermendan konser bi straneke hevbeş bi dawî kir.

Însiyatîfa Hunermendên Kurd yên li derveyî welat, piştî Newroza 2020’an xwe amade dikin, berê xwe bidin welat û li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî konserên yekîtiya neteweyî bidin. Hunermend Xelîl Xemgîn diyar kir ku ew ê di Nîsanê de bên Kurdistanê û berê xebat û çalakiyên xwe bidin welêt.

Di çarçoveya xebatên hunermendên Kurd yên li derveyî welat de li Silêmanî jî platformeke hunermendan hate avakirin. Li Hewlêrê jî komîteyek ji bo birêxistinkirina çalakiyên hunerî hate avakirin. Hunermend Xelîl Xemgîn diyar kir ku ew ê li Dihokê jî xebateke bi heman rengî li gel hunermendan bimeşînin.

Xebata Hunermendên Kurd ya ji bo yekîtiya neteweyî destpêkê 25’ê Mijdara 2019’an li Kolnê dest pê kiribû. 8’ê Çileyê 2020’an li Elmanyayê konsereke girseyî hatibû dayîn û ev konsera li Stockholmê jî konsera diduyê bû.

 

NAVENDA NÛÇEYAN