Li bajarê Sehne yê Parêzgeha Kirmaşanê, hunermend Seyid Xelîd Alînijad bi merasîmekê hate bibîranîn.

Li bajarê Sehne yê Parêzgeha Kirmaşanê, bi salan e hunermendê Yarsanî, Seyid Xelîl Alînijad bi merasîma tê bibîranîn û xelk diçe ser gora wî. Îsal jî tevî astengiya hêzên dewleta Îranê, merasîma bibîranîna Seyid Xelîl Alînijad pêk hat. Gelek Kirmaşanî û Yarsanî beşdarî merasîmê bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên dewleta Îranê rê nedane malbata hunermendî bi xwe beşdarî merasîmê bibe.

Hunermendê Yarsanî Seyid Xelîl Alînijad yek ji kesayetên diyar ên baweriya Yarsan e. Ew sala 1957’an ji dayik bûye. Ji ber ku bavê wî tembûrvan bû, ew jî baş fêrî tembûrê bûye. Li dibistaneke muzîkê ya Yaresan fêrî muzîkê bûye. Piştre fêrî hinek amûrên din ên muzîkê yên weke def, tar û sêtarê dibe.

Sala 1996’an ew li Zanîngeha Tehranê beşê hunerê bedew temam dike.

Hunermend Seyid Xelîl Alînijad piştî ku çend salan li Tehranê dimîne, ji bo 6 mehan diçe Swêdê. Lê ew salekê li wir dimîne. Beriya ku vegere bi çend hefteyan, 18’ê Mijdara 2001’ê li bajarê Goteborgê yê Swêdê di mala lê dima de hate kuştin û cenazeyê wî hate şewitandin.

 

KIRMAŞAN