Li Awusturalyayê gelek resmên li ser tehtan ên aborîcinan hene. Lêkolîneran li ser yekê ji hunerên herî muhim ên dinyayê yê li ser tehtan lêkolîn kirin. Lêkolînê hewl da bi lêkolînên etnografiyê û arkeolojiya ceribandinê, huner, rola huner a civakî û çandî di civaka aborîcînî ya kevnar fêm bike.

Ev lêkolîn jî li ser resmên tehtan ên li nava tehtên bi navê Yîlbîlîncî (Yilbilinci) yên li Parka Neteweyî Limmenê hat kirin. Tîma lêkolînê hem bi parazvanên parkê re û hem jî bi civaka aborîcînî ya bi navê Marra ya li deverê re kar kir. Jixwe, şikefta resm lê xêzkirî, ji bo dîrok û baweriya Marra jî gelekî muhim e. Lêkolîneran berê xwe da bêhtirî 300 resman û di nava van de 17 mînyatur jî hene. Evc mîniyatûrên hanê pirr kêm in, tenê li Îndonezyayê û Awusturalyayê hatine dîtin.

Di nava resman de fîgurên mirovan ên mîna lîstokan hene. Bi yekê ji wan re mertal, bi yên din re bumerang hene. Resmên kusiyan û hin dîzaynên geometrîk jî hene. Li ser wan qelûneke Ewrûpî jî heye. Li gorî texmînan ev resmên hanê wê ji 400-500 salan ne kevintir bin, lê agahiyeke iseh nîne.

Lêkolîner pêşî wisa dihizirin ku mestereyên di nava miniyaturan jî yan hunermendan ji bo xwe biceribinîn çêkirine, yan jî zarokan ew çêkirine. .

 

MELBOURNE