Muzîkjenê ji Rojhilatê Kurdistanê Şehram Nazerî, ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Rojava, konserên xwe yîn li Tirkiyeyê betal kirin.

Muzîkjenê ji Kirmaşanê, di dema konserên xwe yên li bajarên Swêdê Malmo û Stockholmê Şehram Nazerî nerazîbûna xwe ji dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê îfade kir û got, “Di nav nav şert û mercan de ne mumkin e ku ez stranan bibêjim”. Piştî van gotinan jî wî diyar kir ku wî konserên xwe yên li Tirkyeyê betal kirine. Muzîkjenekî din ê ji Rojhilatê Kurdistanê Keyhan Kelhor jî di rojên destpêkê yê dagirkeriyê de daxuyaniyek dabû û gotibû, ew konsera xwe ya li Stenbolê betal dike.    da İstanbul’da vereceği konseri iptal etmişti. Li aliyê din koma muzîkjenên Kirmaşanî yên jin Glarîs jî konsera xwe ya ku wê dê li ser vexwendina TRT´ê bida, betal kiribû.

 

NAVENDA NÛÇEYAN