Hemû alozî, şer û pevçûn li ser sêkuça di navbera Efrîn, Ezaz û Helebê de pêk tên. Çima ew sêkuç? Ji ber ku ew der sînorê kantona Efrînê ye, sînorê komên çete bi Tirkiyê re ye, herwiha rêya ber bi bihevvekirina Efrîn û Kobanê de ye. Li wir hêzên Artêşa şoreşgeran bi pêş de diçin, ger di navbera wir û Helebê de korîdor vebe, wê di navbera herêma bakurê Sûrî de yekbunek çêbe û ev jî tê wateya gihiştina statuyeke nû û şêwazekî çareseriyê yê nû li tevahiya Sûriyê. Ji bo wê li hesabên dagirkerên li ser Kurdistanê nayê û her kes dixweze pêşiya vê bigirê û bi xwe li wir serweriya xwe îlan bike. Weke tê zanîn hewldanên li Cenevrê têk çûn, li ser agirbesteke muhtemel li hevdu nekirin. Ji bo wê Îran û Rûsya li herêma derdora Helebê hemle kirin. Niha li bakurê Sûriyê êdî ew bi pêşde diçin. Di heman paralêlê de lê weke tê îdakirin ne bi Rûsya re hêzên Artêşa Şoreşgeran jî gundên derdora Efrîn, balafirgeha Minix û hin gundên din girtin û ber bi Helebê ve diçin. Vê hemlê di eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam de belavbûnek mezin çêkir. Di heman demê de di pozîsyona Tirkiyeyê de jî guhertin û rewşeke nû çêkir, yanî ew peymana di navbera Tirkiye û hêzên koalîsyonê de ya ji bo ku ew herêm di aliyê hewayî de ya Tirkan e, xirabû. Êdî Tirk bi taybet jî AKP ya bira bi DAIŞ´ê re, pirr aciz bûye û bi ketina Sûriyê re gef li hêzên navneteweyî xwarin. Acizbûna Tirkiyê ya bingehîn ne ji hatina Rûsan a ber bi Ezazê ve ye. Herî zêde ew ji hevdîtinên di navbera rêveberiya Rojava, YPG û heyeta Emerîka de ku di nav de misteşarê Obama jî hebû, di wê hevdîtinê de heyeta Emerîka gotibû ew ê proja Meclîsa Sûriyeya demokratîk û YPG´ê destek bikin û ew Kurdên Rojava terorîst nabînin. Vê yekê AKP dîn û har kiribû. Ji bo wê, hêrsa têkçûna DAIŞ´ê li Rojava û destekdana Emerîka ji bo Kurdan di serê Kurdên me ên Bakurê Kurdistanê re derdixe, bi taybetî li Cizîra Botan li ber çavên hemû cîhanê komkujiyeke mezin pêk anî. Niha jî bi gotina Tirkiyê, eskerên Erebistana Siûdî hatin Tirkiyê ji bo destewerdana xaka Sûriyê. Êdî Rûs, Îran û Rejîm ji xwe li wir in, Erebistana Siûdî û Tirk jî dixwazin werin wir. Jixwe, hêzên koalîsyonê jî piştgiriya wan grubên çekdar qaşo ên nerm dikin. Her kes li wir e, lê kes nizane kî çi dixwaze. Em dikarin vê bi awakî eşkere bibêjin.Tirk dixwazin Rûs û Emerîka li hevdu bidin.Wê demê wê şerê cîhanê ê sêyemîn destpê bike. Ji bo wê, em ji hemû hêzên koalîsyonê û ên navneteweyî vê pirsê dikin? Hûn dixwazin ka bila wê sêkuça aloziyan hêzên QSD´ê bigirin yan jî Rejîm? Li pey vê pirsê wê niyeta her kesî eşkere bibe. Lê ji şevê din ve artêşa Tirk a dagirker mewziyên YPG´ê bombebaran dike. Ev jî mafê YPG´ê yê bersivdanê derdixe holê. Ger waha biçe û kes dengê xwe neke, li wir çi biqewimê wê hêzên ku em beşdarî Cenevrê nekirin û ew herêm weke herêma Tirkiyê îlan kirin, ew ê hesabê wê yekê bidin. Ya me tenê em herêmên xwe ji çeteyên el-Nusra û DAIŞ´ê rizgar dikin û diparêzin, yên bi ser me de tên, ew in, ji bo wê jî ew ê hesabê hatina xwe jî bidin.
Sêkuça bi alozî