Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li Şirnex û Wanê di çalakiyên gerîla de eskerên Tirk ên dagirker hatine kuştin û birîndarkirin.
HPG´ê ji bo çalakiya li 26´ê Îlonê ya li Çadêrana Wanê got, “Hêzên me 26’ê îlonê li Çaldêrana Wanê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku ewlehiya Qereqola Kevirê Şamiyan misoger dikirin, rêze çalakiyeke sekvaniyê pêk anî. Di encama rêzeçalakiyê de eskerek hat kuştin, eskerek jî birîndar bû.”
Xeta elektrîkê hat îmhakirin
HPG´ê wekî din da zanîn ku gerîlayan doh (27´ê Îlonê) saet 07.10’an li navçeya Şirnexê Silopiyayê li dijî Santrala Termîk a Bêspînê çalakiyeke sabotajê kiriye û di encamê de xeta elektrîkê bi temamî îmha kiriye.
ANF/BEHDÎNAN