´Ji bo aştiyê hêz girîng e´
Selîm li ser navê partiya xwe piştgiriya xwe ji bo BDP’ê nîşan da û wiha got: “Lewra em wek Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê daxwaz û hêvî dikîn ku gelê Kurd yê Bakûrê Kurdistanê di vê hilbijartinê de bikare tevayî şaredariyên xwe bi dest bixe. Bi vî awayî Kurd bikarin bibin xwedî îradeyek azad, bihêz û bikaribin bandora xwe di parlementoya Tirkiyê û pêvajoya çareseriya aştiyê de pêkbînin û rolê xwe yê dîrokî bileyzin. Ji ber vê jî em piştgiriyê didîn Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP’ê.”
Têkiliyên PDK û AKP´ê
Selîm derbarê serdana Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê û peymanên ji bo vekirna deriyên sinor yên di navbera her du aliyan de, da zanîn ku, demek dirêje di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Tirkiyê de têkiliyên aborî hene û wiha got: "Sermayeya têkiliyên aborî û bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Kurdistanê de digehe 12 milyar Dolarî. Ji sedê 70’yê vê sermayeyê li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ye. Ev têkiliyê li gorî berê hîn zêdetir pêşketine û bandora xwe li têkiliyên siyasî yên di navbera her du aliyan de dike. Ev têkilî zêdetirê xwe li ser bingehê aborî û bazirganiyê ye.”
'Divê di xizmeta gel de be´
Selîm, balkişand ser vekirina deriyên sinor yên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de û got; “Hikûmeta Kurdistanê ya kabîna heştem ne hatiye avakirin û serokê parlementoyê jî ne hatiye hilbijartin. Her çendî ku nêzî şeş mehan li ser hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê re derbaz bû, lê hîn serokatiya Parlementoya Herêma Kurdistanê nehatiye hilbijartin. Ev hikûmeta li gorî mafên destûrî her çendî ku bi temamî nebe jî dikare li ser navê hikûmetê peymanan îmze bike û biryarên têkildarî çarenûsa herêmê bide. Herwisa bi taybet divê di xizmeta pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê di navbera dewletê Tirkiyê û aliyê Kurd de hatiye destpêkirin de be.”
DÎHA/HEWLÊR