"Divê perwerdekar (dê, bav û mamoste) ne zarokê, zarokatiya wî/ê bibînin!" (Johann Wolfgang von Goethe)
Destpêk
Perwerdeya zarokan, di nav malbatê de destpê dike û di dibistanê de her berdewam e.
Heger di malbatê de dê û bav zarokên xwe bi şeveyêkî noşdar amadeyê dibistanê bikin, zarok di dibistanê de jî serkeftî bin. Ev serkeftîbûn, ne tenê bi notên zarokan re girêdayî ye. Mebesta serkeftinê, ji aliyê helwest û têkiliyan ve tê hesibandin. Di dibistanan de not û helwest (rabûn û rûniştin, livandin, çûyîn û hatin)/ têkilî (bi mamostan û şagirtan re) hevbeş tên hesibandin.
Ji ber ku dibistan jî, beşekî jiyana civakî ye, helwesta wê zarokan di nav malbatê de, di berdewamiyê de xwe di dibistanan de jî biteyisîne.
Ji bo vê yekê jî, malbat û dibistan ne dijberî hev, hêzên hevbeş in. Dê û bav çiqas di têkiliya xwe bi mamostan re noşdar bimeşinîn, wê zarokên wan di dibistanan de ewqas serkeftî bibin.
Hîm-bingeh: Hezkirin û sînor nîşandan
Yek ji şertê bingehîn ji bo serkeftina zarokan di dibistanan de, hezkirin û sînornîşandana dê û bavan e.
Hezkirin û sînornîşandan ne dijber in; hevdû temam dikin û hêz didin zarokan. Heger dê û bav bikaribin her roj zarokên xwe ji dil bişinîn dibistanê û her roj hezkirina xwe diyar bikin û roj bi roj dema çûyîn û hatinê, dema razan û rabûnê bi zarokên xwe re tesbît; sînorên zarokan destnîşan bikin; dikarin di dibistanan de jî gava yekem ji bo serkeftina zarokên xwe, bi zarokên xwe re bavêjin.
Sînornîşandan divê ne bi zorê be!
Divê dê û bav ne bêhnteng bin û divê bi bêhnfirehî û sebr bikaribin sînoran nîşanî zarokan bidin û xwe bidin qebûlkirin. Dibe ku zarok tenê dikarin şert û mercên jiyanê di carêkî de, fehm nekin. Du car, sê car, çar car bêjin. Dem bigrin, heta ku zarokan gotina we hilgirt û zanîn ku hûn ji wan çi dixwazin; heta wê demê bi zarokan re di nav komunikasyonê de bin.
Mezin hûn in; zarok biçûk in. Hûn hîn dikin; zarok hîn dibin!
Ya girîng: Yekdengbûna dê û bav
Dema zarok hîn bin û bizanibin; dikarin kesan dijberê hevdû bikar bînin û ji bo berjewendiyên xwe serkeftîbin.
Zarok vê listîkê herî zedê di nav malbatê de; ji dê û bav hîn dibin!
Dema ku dê û bav ne yekdeng bin û nikaribin bi şert û sînorên bingehîn ji bo jiyanê (dema rabûnê û razanê, dema ders çekirinê di malê de, dema derketina malê û lîstinê derweyê malê de û hwd.) de helwestekî hevbeş nîşan bidin, dê hevsarê jiyana rojane bikeve destê zarokan. Piştî vê êdî zarok dikarin dê û bav hember hevdû bikar binîn.
Ji bo vê jî divê dê û bav di eynikê de weke yek wêne bên nîşandan. Dema zarok li eynikê binerin, eynikêkî du perçe nebinîn. Dema di eynikê de dê û bav wek yek wêne neyên xûyakirin, dê zarok xwe weke du perçe bibinîn û ewê yekem bibe sedemê ne hêzbûna zarokan di dibistanan de.
Wek destpêkê de hatiye nivîsandin, hezkirin, sînornîşandan û yekdengbûna dê û bav dibin hîmên serkeftina zarokan di perwerdeya malbatê û dibistanan de.
Dema dibistanê pêwîstiya girîng: Çavdêriya dê û bav
Divê dê û bav bizanîn,wek zarokên wan, her zarok ji malbatên cûrbecûr tên dibistanê.
Her dê û bav ne weke hevdû ne. Her malbat herçiqas dişibin hev dû jî, di civatê de ji malbatên din cûdatir in.
“Hemû malbatên bextiyar, wek hevdû bextiyar in; her malbatêkî ne bextiyar li gor xwe ne bextiyar in” (Leo N. Tolstoy/Anna Karennina).
Çavkaniya çînî ya malbatan; bingehê her malbatê ya civatî ji hevdû cûda ye.
Bi vê jî, her zarok ji zarokên din cûda ye.
Her zarok ferdek e.
Lê roja yekem di dibistanan de; her zarok weke hevdû tên hesibandin. Ev yek jî ji bo hin zarokan, belkî jî ji bo zarokên we, astengiyêkî girîng e.
Ji ber vê yekê jî, divê her dê û bav karêkî bingehîn û tûnd bi mamosteyên zarokan re bimeşîne û ev kar her berdewam be.
Dibe ku ji bo zarokan hewcedariya alîkariyekî awarte (Sonderförderung) hebe. Netirsin. Serî lêdan, ji bo zarokan alîkarî girtin ne şerm e. Şerm ev e ku zarok alîkarî negirin û piştre di dibistanan de ne serkeftî bin. Ev şerm jî wê bibe, şerma dê û bavan.
Karekî hevbeş bi mamosteyan re, divê weke karêkî otonom were meşandin. Heke dê û bav dixwazin ku zarokên wan di dibistanan de serkeftî bin; divê dê û bav perwerdeya male û ya dibistanê wek karên hevbeş bihesibînin û herî girîng; çavderê zarokên xwe bibin!
Çavderî ji bo çi?
Dibe ku zarokên malbatan, di dibistanan de, di ser kolanan de bi bûyerên ku nikaribin ji dê û bavên xwe re vekin, pê re bikevin nava têkiliyê.
Naveroka bûyeran bi talûke nebin jî, li ser zarokan bandoran çêbikin. Dibe ku zarok, piştî vegera malê bêdeng bin; bixwazin di nav xirûfan de tenê biminîn an jî bi hêrs bin û tenê biqirîn û gazînca bikin. Ev hemû nîşanên nerihetiya zarokan in. Divê perwerdekar neçin ser zarokan û bi sebir bin. Piştre dikarin bi zarokan re bidin û bistinîn. An jî zarok bi xwe werin û behsa pirsgirêkan bikin.
Dibe ku zarok bi we re neaxivin û bedengî û hersbûn her berdewam be; bi mamosteyan re bikevin nava têkiliyê. Heke mamoste ji sedeman nizanibin; bi psîkologê dibistanan re (Schul psychologie) bikevin nava têkiliyê.
Sebir: Heta dema kemilînê
Sedem çi dibe bibe, dibe ku zarok di dema ciwaniyê de, di dema ne kemilîbûyînê de, ji rêça jiyana ku dê û bav ne hesan dibinîn derkevin û bikevîn nav şaşî û çewtiyên jiyanê.
Lê ev yek nayê maneya têkçûna ciwanan. Divê dê û bav hinek xwe dûrî zarokan bikin û her weha pir jî nêzîkê zarokan bin. Dûrbûn, nezeliqîna zarokan e. Nêzîkbûn hîs dayîna parastin û hebûna dê û bavan ji bo zarokan e.
Divê ciwan hîs bikin ku dê û bav heger hewce bike herdem ji bo zarokên xwe amade ne. Û wan diparêzin. Nêzîkatiyeke bi mesafe, noşdar e.
Dibe ku zarok di navbera 12-18/21 salî de heta ku ketin dema kemaletiyê, ji ber sedemên biyolojîk (duristî/çebûna mêjûyê) li ser gotina xwe bimeşin û dijberiya gotinên dê û bavên xwe bikin. Wek gelek caran tê destnîşankirin, ku di van salan de dijberiya bav û diyên xwe bikin. Ev dijberî dibe hîmê jinbûna kesan û mêbûna lawikan.
Nivîskarê Amerîkî Mark Twain vê demê wisa tine ser ziman: “Dema ez 14 salî bûm, bavê min ji bo mîn ewqas bêhêş bû ku, min ji hebûna wî şerm dikir. Lê dema ku ez bûm 21 salî, ez di nav heyretan de mam ku, ev mirovê kal çava di vê heft salê dawiyê de ewqas tişt hîn bûye”.