
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de şehîdên meha Cotmehê bi bîr anîn.
YJA Starê di daxuyaniya xwe de got, "Di têkoşîna me ya azadiyê ya jinan de 25’ê Cotmehê xeta artêşbûn û fermandariya me temsîl dike. Mîrateya hevrê Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) û şehîdên me yên meha Cotmehê Azîme, Meryem, Gûrbetellî Ersoz, Canda Turk, Hêlîn Çerkez, Ronahî Elman îro bi bîranîna hevalên Nalîn Mûş, Hêlîn Mûrat, Jînda Ozgur, Devrîm Amed, Nûjîn Artos, Têkoşîn Amed, Gulnaz Ege bilindtir dibe. Di şexsê rêheval Bêrîtan de em şehîdên meha Cotmehê û hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin." YJA Starê bi bîr xist ku Bêrîtan bûye sembola heqîqeta rêxistîbûn, azadî û fermandariyê û wiha dewam kir: "Hevrê Bêrîtan li dijî her cure paşverûtî, mêtinkarî, êrîşên faşîst, hêzên xiyanetkar bûye fermana serketin û rizgariyê. Xeta Bêrîtanbûnê ya ku jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedana xwe derdixin holê, bandora xwe li ser herêm û cîhanê dike. Dost û dijmin hemû bûne şahidên vê rastiya berxwedana Bêrîtanî."
NAVENDA NÛÇEYAN