Berfirehiya taxê ji çerxeriya El-Nisir a li pêşiya pira El-Ezîziyê ji aliyê başûr ve heta pira di navbera herdu taxên Til Hecer û Salihiyê yên Hesekê ji aliyê bakur ve ye. Di salên 80’ê yên sedsala borî de tax wekî gundekî dihat naskirin û nêzî 2 hezar 500 welatiyên Kurd li gel çend malbatên ereb lê jiyan dikirin.
Tax ji 4 beşan pêk tê, beşê başûr li nêzî pira El-Ezîziyê ye piraniya şêniyê wê ji pêkhateya Suryan in, milkiyeta vî beşî vedigerî Şêx Ebdilxenî El-Xeznewî û welatiyan ji wî kirîn û xanî têde avakirin. Beşê duyemîn (Muftiya Kevin) beşê herî mezin li aliyê rojhilat e, milkiyeta vir vedigeriya Muftî û Melle Ehmed û li aliyê bakur dorbajar e û di dema dawî de hate parvekirin û xanî têde hatin girtin. Beşê dawî 4’emîn di nîvê taxê bi giştî de ye û di van çend salên dawî de hate avakirin, milkiyeta vir a malbateke Suryanî ya bi nav Tebîbo bû. malbata Tebîbo ev dever pêşkêşî şaredariya rêjîm kir û şaredariyê jî firotin welatiyên Ereb, piştre welatiyên Kurd jî ji wan kirîn û li vir xanî avakirin. Tax bi tavahî di qeydên rêjîmê yên fermî de bi navê Xişman 17 hatiye qeydkirin.
Taxa Muftî mînaka jiyana hevbeş li tevahî herêmê ye û tevî vê yekê bala tu rêxistinê hikûmî nekişand û hat paşguhkirin û hê jî di aliyê xizmetê de gelek kêmasiyan jiyan dike.
Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê û piştî ji xeta şoreşê hat derxistin û aloziya Sûriyê dest pê kir. Di vê aloziyê de gelek bajarê Sûriyê hatin wêrankirin û hilweşandin. Ji ber vê yekê taxa Muftî û ji ber rewşa ewlehiyê li taxê gelek koçber ji bajarên wekî Helebê û Dêra Zorê pêşwazî kirin.
Taxa Muftî di şoreşa Rojava de bi roleke istratîjîk rabû û di nava xwe de hemû sazî û navendên Kurdî hewandin. Qada Şehîdan û çerxeriya Şehîd Serhed hin ji deverên taxê yên navdar in.
Taxa Muftî di vê dema dawî de bi taybet piştî ku Şaredariya Gel li taxê hat avakirin, gelek dukanên bazirganiyê hatin vekirin û di warê aborî de bi lez pêşve diçe.
Welatiyekî taxê yê bi navê Mihemed Dawî ji destpêka salên 90’î ve li taxê bi cih bûye der barê mijarê de wiha got: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelekî xizmeta taxa me dike. Rêveberiyê di taxê de gelek sazî û navendên xizmeta welatiyan vekirin. Ji ber ku taxa me gelekî bi ewle ye, gelek koçberan berê xwe didin vir û niha taxa me wekî sembola jiyana hevbeş tê naskirin.”
HESEKÊ