Di beşa yekemîn de bernameyê rêbazên têkoşîna li dijî mîlîtarîzmê hat nirxandin, di beşa duyemîn de rapora rêxistinî hat xwendin, ji bo rêveberiya nû hilbijartin hat kirin û herî dawî jî bi şevekê serketina kongreyê hat pîrozkirin.Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Rêxistina Jinên Fîlîpînê (GABRÎELA) Lûz Îlgan ve hat kirin. Di axaftinê de hat diyarkirin ku li her aliyê cîhanê jin li hemberî faşîzm, mîlîtarîz û desthilatdaran li ber xwe didin û yên ziyana herî mezin di şer û komkujiyan de dibînin, dîsa jin û zarok in.
Nûnera Buroya Aştiyê ya Jina Kurd CENÎ Songul Talay û Nûnera Komîsyona Jinan a KNK’ê Mîchelle Allîsîon ku di heman demê de endama ROJ WOMEN e, bi nirxandinên xwe bandoreke mezin li kongreyê kirin.Di axaftinên li kongreyê de hat ragihandin ku ji bo têkoşîna jinê Sakîne Cansiz manîfestoya jinan û sembola berxwedanê ye. Bi danasîna Cansiz re kongreyê ew wekemodela xwe ya çareseriyê û sembola şoreşa jinê pênase kir û hêjayî vê xelatê dît.Yek ji biryarên di kongreyê de hat wergirtin ew e, ku di salvegera sêyemîn a komkujiya Parîsê de, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li 16 welatan bi çalakiyan bên bibîranîn.
Têkoşîna jinên Kurd
Her wiha biryar hat kirin ku li malpera IWA de, li ser dîroka Tevgera Jinên Kurd beşek ‘lînkek’ were bicihkirin.Ji bo jinên Kurd ên Êzîdî ji destê çeteyên DAIŞ’ê bên rizgarkirin û rewşa civaka Êzîdî li Şengalê bi xwserî fermî bê qebûlkirin, wê li her welatan nameyên vekirî ji hikûmetan re bên şandin û di heman demê de malperek taybet li înternetê ji bo berhevkirina îmzeyan ji bo piştgiriya Tevgera Jinên Kurd bê vekirin.
Her wiha biryar hat dayîn ku ji bo xweseriya Kobanê û bi giştî ya Rojavayê Kurdistanê di warê fermî de bê qebûlkirin, daxuyaniyek hevbeş bê dayîn. Ji bo tevkarî li xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bê kirin, çalakî bên lidarxistin.
Wekî din hat xwestin, ku li ser serpêhatiya Sakîne Cansiz û dîroka Kurdistanê materyalên Îngilîzî bêhtir bên amadekirin, ku li her aliyê cîhanê xebateke xurttir û hemwext bê meşandin.
FRANKFURT