
Ji sed salên berê heya niha ji ber ku sewiya rewşenbîriya siyasî-civakî tim di astekî nizim da bûye, her tim zalim û mezlûm, hakim û mehkûm li dijî hev sekinîne, lê mixabin gotina zalim û hakiman çûye serî. Azadîxwaz jî bi hêsanî ketine ber bayê şûra tunekirin, girtin û terora fîzîkî-kesayetî ya dewletên xwedî hêz û nemeşrû.
Di roja îro de zêdetir ji her derê em bi şefafî rewşeke wiha li Tirkiye û Îranê dibînin. Du dewletên ku li Kurdistanê xwedî hakimiyeteke nemeşrû in û di tevkujiyên dîrokî de pir dişibin hev. Helbet carna jî hevkariya hev kirine û ew hevkarî qet nebe li dijî “şoreşgerên Kurd” yên du aliyên sinorê siyasî yê welatên wan hê jî berdewam e.
Du dîktator, du azadîxwaz
Ji çaxê Sefewîyên Şîe(1501-1736) heya vê serdema ku “komara teror û wehşetê” ji 1979’an û pêde li ser kar e, li dijî Kurdan xetê wan yê siyasî-leşkerî weke hev û li ser xêzekê dimeşin.
Kesayetiya dîkatorên mîna Ayetulah Xaminêyî û Tayîp Erdogan bi kesayetiya azadîxwaz û lîderên weke rêzdar Ocalan û Mihemed Sidîq Kebûdwend re nayê qiyaskirin. Ew bi êqtidara di dest de, xwe ji her kesî bilindtir û mezintir dibînin. Xwe mezinkirin jî dibe sedem ku peywendiya wan bi gelê civakê re nemîne. Lê yên din bi awayekî dûrbînane ji bo biratî, wekhevî û aştiya civakê xebatê dikin. Tevî hemû astengiyên ku li ber wan in, di şertên herî giran de banga wan, banga azadî û aştiyê ye.
Azadîxwazî û Kurd
Kurd, Kurdistan, xebat, şer, girtî, zindan û azadî..., ew peyvin ên ku di jiyana me ya rojane de pir hatine bihîstin û tên bihîstin. Yanî gotinên naskirî û di ferhenga siyasî ya doza Kurdistanê da peyvên jor pir têne dîtin û bihîstin. Li pey parvekirina axa Kurdistanê êdî ew peyv pareke cudanebûyî ya jiyana Kurdan in. Kurd bi wan peyvan re dijîn, wateya wan jî baş dizanin û bi dagirkerên welatê xwe re jî baş dane famkirin.
Sedan sal e ku Kurd ji bo azadî û standina mafên xwe yên rewa şer dikin. “Şer” peyva ku Kurd jê bêzar in, lê dema tê ber deriyê mala wan, li dijin û tev dibine şervanên parastina dergehê jiyan û mayîna xwe. Bav, dayîk, kur û keç dibine parêzvanên sinorên strargeha xwe.
Heya niha li ba Kurdan nextê azadiyê û têkoşîna ji bo bidestxistina wê pir giran bûye, lê mixabin hê bi dest nexistine û li pey standina wê ne.
Li pey 100 salên ku ji îmzakirina peymana Syks Picot derbas dibin, îro Kurd bêtir ji hemû netewên herêmê li dijî “çeteyên bênasmeya mirovahiyê”, şer û xebatê dikin. Girtîgehên Îran, Sûriyê û Tirkiyê tije ye ji azadîxwazên Kurd. Li welatekî mîna Îranê tevî ku li gor hejmarê Kurd li pey Fars û Azerîyan koma etnîkî ya sêyemîn in, lê hejmara girtiyên siyasî û îdama Kurdan ji ya tevên din zêdetir bûye. Ev rewş ji serdema Sefewîyan ta bi îro hê jî berdewam e.
Mala duyê!
Di girtîgehên tarî û kûr yên kesên ku wateya azadî û armancên azadîxwazan fam nakin, mirovên mezin hatine û çûne, lê navekî baş li pey xwe hiştine. Dîktator jî hatine û çûne, lê navekî xerab li pey wan maye. Di vir de wek mînak ezê behsa du lîderên bi bandor li ser rewşa siyasî-civakî ya Kurdistanê û welatên herêmê bikim, lê pêre jî ezê behsa hinek sembolên dîrokî bikim ku di serdema xwe de serkêşiya doza gel kirine û “kesayetiya Kurd” zindî hiştine: Abdulah Öcalan û Mihemed Sidîq Kebûdwend.
Sedema herî sereke ya ku sîstema desthilatdar li Tirkiyê û Îranê nahêlin du kesên navbirî heta di girtîgehê de û bi rêya parêzerên xwe jî bi civakê re di têkiliyê de bin, bandora peyam û gotinên wan yên erênî li ser raya giştî ye. Dema rêzdar Ocalan bi peyameke kurt bala dost û dijberên xwe dikişîne ser mijarên girîng yên çareseriyê, êdî înkarger nikarin nanê xwe bi hêsaniya rojên berê bixwin. Ew pêşniyar û daxwazên wî ku êşên sedan salan ên civakê dikewînin, bi zirara xwe dizanin!
Kes kevira nahavêje dara bêfêkî
Du kesên ku xalên jiyana wan yên hevpar pir in. Elbete kesê duyê di bin bandora bîr û ramanên siyasî yên kesê yekê de, li rojhilatê Kurdistanê dest bi hilanîna hinek pêngavên nû kir. Kar û çalakiyên ku sîstema dadwerî ya desthilatdar bi giranî li hember sekinî û îro ew di rewşeke xerab a jiyanê de ye. Divê em ji bîr nekin ku ew her du jî “girtiyên azadî û ramanên xwe yên azadîxwaziyê” ne. Tawan tenê ev e. Wan di rewşekê de dest bi çalakiyên xwe kirin ku carna di roja ron de li ber çavên wan keç û xort dihatin girtin, îdamkirin û kuştin. Kuştineke erzan û pirî caran tenê ji bo bidestxistina parîyekî nanê hişk yê rojê. Ew bûne dara fêkî da ku feqîr û hejarên civakê bi fêkiyê ramanên wan yên bilind jiyaneke nû bidin dest pê kirin. Lê kesên kurtbîn û dogmatîk ji rewşeke wiha tirsyan. Vê rewşê kir ku ev gotina bav û kalan bikeve bîra min:“ Kes kevira nahavêje dara bêfêkî...“
Mihemed Sedîq Kebûdwend û karên wî
Mihemed Sidîq Kebûdwend(1963 Sine – Rojhilatê Kurdistanê) mirovekî bi cesaret û netirs e ku gelek dîwarên tirsê herifandine û hê li ser vî karê xwe yê bihagiran berdewam e.
Ji bo ku di welatê xwe de rewşa jiyana xelkê biguherîne, bi destê vala dest pê kir. Ji sala 1997’an heya roja îro ew kesek bûye ku tim “taboşikên” bûye. Karnameya jiyana wî pirbar û dewlemend e:
* Di sala 1997’an tevî çend hevalên xwe “Rêxistina Yekîtî ji bo demokrasiya Îranê” damezirand.
* Di sala 2003’an da bi xebateke berfireh karî izna weşandina heftenameya “Peyamê Merdom- Peyama Gel “ bi du zimanên Kurdî û Farsî li Tehranê ji wezareta êrşad bistîne.
l Bi rêya malperên internetî û wêblagên li jêr navên “rencê merdom-êşa gel, Rozgar-Rojgar, Rooz Kurd-Roj Kurd û Rooznamênêgarê Kurd-Rojnamevanê Kurd“ dest bi belavkirina gotarên di mijara naskirina mafê mirovan da kirin. Wî dixwest îdeyên xwe yên demokratîk bi rêya “damezirandina encûmenên medenî û rêxistina mafê mirovan“ belavî nava civakê bike û gel bi heq û hiqûqên wan yên siyasî-civakî bihesîne. Îdeyên ku kapasîta rayedarên komara totalîter a îslamî li Îranê qet û qet nedikarî wan hezim bike.
* Di 09.04. 2005’an da piştî ku Kebûdwend bi zemanet(wesîqe) hatibû berdan, wî karî dîsa pêngaveke din a ji bo azadî û demokrasiyê hilîne. Wê rojê “Damezirandina rêxistina mafê mirovan li rojhilatê Kurdistanê“, pêngaveke dîrokî bû ku vê carê germtir ji her carê gelê Kurd destê hevkariyê dirêjî Kebûdwend û hevalbendên wî kir.
* Di wan salên ku rêxistina mafê mirovan a Kurdistanê çalak bû, Kebûdwend û hevkarên xwe bi awayekî berfireh li ser binçavkirin û girtina çalakvanên sivîl, siyasî, rojnamevan û hemwelatiyên Kurd û Îranî disekinîn û gel teşwîq dikirin ku bi darê zorê teslîmî xwestekên nemeşrû yên rayedarên komara îslamî nebin.
* Daxuyanî û nameyên wî yên pîrozbahiyê di dema ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê li dijî cinayetkarên DAIŞ, Selefî û terorîstên Wehabî biserkeftin û rûpelekî nû di dîroka Kurdistanê da vekirin, dilê hakimên Tehranê jî xiste nava tirs û lerzê. Kebûdwend wan serkeftinan wek “serkeftinên demokratîk ji bo hemû gelên bindest yên cihanê” binav dike.
* Daxwazên meşrû yên hiqûqî ji bo Kurdên rojhilatê Kurdistanê û şandina nameyên di derbarê vê mijarê de ji rêxitinên peywendîdar ên cihanê re.
* Çalakiyên civakî-siyasî di hocreyên teng û tarî da ku heya niha jî berdewam in.
Ew bi cesaret gotinên rastîn yên nava dil û mejiyê xwe naveşêre. Ev jî bûye sedem ku heya niha pirî caran ji hêla rayedarên sîstema qezayî a Îranê ve bê cezakirin û ji hêla rêxistinên cihanî yên weke “Çavdêriya Mafê Mirovan“ xelata “Hellman - Hammett” a sala 2009’an bidene wî. Sala 2009’an li welatê Îngilistanê jî Kebûdwend di çaxê merasima belavkirina xelatên ragehandinê da wek “Rojnamevanê Navnetewî yê Salê“ hate hilbijartin.
Ocalan û banga wî
Ocalan di serdema herî dijwar a ku Kurd tê de bûn wiha qêrîya: “Ji bo nefeskêşanê iznê ji kesî nastînim....“
Ji bo şikandina bêdengiya li hemberî zulim, zor, înkar û asmîlasyonê tevî çend hevalên xwe”Partiya Karkerên Kurdista (PKK)“ damezirand. Partiya ku li gor şert û mercên siyasî li Kurdistan, herêm û cihanê xwe guherand, lê ji armancên xwe yên li ser esasê parastina berjewendiyên netewa Kurd û berdewamiya xebatê ji bo doza Kurdistanê, dûr neket. Wî rûpelên dîroka Kurdistanê yek bi yek hildabûn û ji bîr nekiribû ku di serhildanên: Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza Dêrsimî, Geliyê Zîlan, Heskê Têlî û Ihsan Nûrî Paşa û hwd. Kurd çawa ji bo azadî û mafên xwe yên rewa ketibûn ber agirê bombe û topbaranên ku îro jî li çiyayê Qendîl berdewam in.
Ocalan bi eşqek mezin û hêzeke nû, bi felsefeyeke insanî û gerdûnî bû dengê feqîr û hejarên civaka xwe. Gel li dorê kom bûn û wî tevî hevalên xwe şoreşa serdarê koleyên Romayê Spartakûs (109-71 beriya zayînê) bi bîra dîrokê anî.
Ocalan çi digot, bi bawerî li ser gotina xwe disekinî heya ku digehiya encameke baş. Baweriya wî tenê bi teorîyê nebû, ew li pey piraktîzekirina teorîyên xwe bû. Karê ku roja îro bêtir li Rojava ketiye qada piraktîkê.
Ji 15‘ê Sibata 1999an û pê ve...
Ji 15’ê Sibata sala 1999’an lîderê navdarê Kurd rêzdar Öcalan di girtîgeha Imralî a Tirkiyê dw ye. Hewldanên wî yên ji bo aştiyê pir zêde ne, lê şerxwazên gendel naxwazin ku aştî li Kurdistan û Tirkiyê hebe. Ew niha ji ber piraktîzekirina bîr û ramanên Öcalan ketine nava taya mirinê. Ramanên ku êdî li Rojavayê Kurdistanê ketine jiyanê û reng û rûyê bedew yê “Bihara Kurdî” nîşanî cihanê dane. Bihara ku yê biser bikeve û yê li pey xwe jî gora dîktatorên herêmê bikole. Pêvajoya nû ku Kurd jê re qelenê giran didin, lê pêre jî digehin hemû armancên xwe yên wendabûyî di sedsalên derbasbûyî da.
Çend xalên din yên hevpar
Xala herî girîng û hevpar ku her du girtiyên Kurd li Îran û Tirkiyê digehîne hev cesaret û baweriya wan bi gotinên wan e. Ew bi dengekî bilind diaxivîn û ji çavsoriya cinayetkaran natirsin.
Hakimên her du dewletan ji ber ku gotinên wan li ser civakê bi bandor in, naxwazin ku ew ji girtîgehê derkevin. Ew hemû pirsgirêkan ji wan re derdixînin ku di hucreyên teng da birizin û bi saxî ji wira dernekevin. Wan jî li hemberî zalimên bêexlaq serî netewandine. Bi mêranî û çelengî li berxwe dane. Ji şoreşgeran re bûne sembolên azadîxwaziyê. Mala wan ya duyê bûye zindan, lê hêviyên xwe ji bo vegera mala yekê jî qet qût nekirine.
Dawî û encam
Em wek netewe û civakekê ku hê jî hêlîneke me ya serbixwe tuneye, bi mayîn û kesayetiya xwe a siyasî-etnîkî gelekî deyndarên keda azadîxwazên xwe ne.
Ocalan û Kebûdwend du kesên ku îro ne tenê civaka Kurd, belkî civaka mirovahiyê li hemû cihanê deyndarê wan e.
Di nava dilê axa me de mirovên mezin perwerde bûne. Çi hesret di dilê vê axê da raketine, ketine xewa giran û êdî qet jî ranabin, lê nifşên paşerojê yê nav û keda wan ji bîr nekin. Doza girtîyên azadî yê berdewam be. Lê erkekî exlaqî, dîrokî û wijdanî ye kesên ku navê “mirov” li xwe danîne an jî xwe insan dihesibînin, li her derê û her gavê bibine banga qêrînên wan girtiyên doza Kurdînî û azadîxwaziyê.
KAKŞAR OREMAR