
Axaftvanan di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku di 11’ê meha îlona 2011’an de wê li ser xebatên Kongreya Netewî ya Rojavayê Kurdistanê daxûyaniyek bê dayîn. Di wê daxûyaniyê de wê xebatên kongreyê bêne aşkerekirin.
Yekîtiya hêzên rojavayê Kurdistanê
Nunerê Partiya Çepê Kurdistanê Fethullah Husênî di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya partiye Kurd yê li Suriyê û got: “niha 11 partiyê siyasî yê Kurda li Rojavayê Kurdistanê xebat didin meşandin. Ev partî niha dinav yekîtiyekê dene. Ji bo deskeftiyê Kurda bi îradeyek netewî di destûrek bingehîn ya Suriyê de bê parastin pêwîstî bi yekîtiya Kurda heye. Li ser vî bingehî ji bo me kongreya netewî ferze. Her wiha ji bo gelê di nav sînorê Suriyê de jiyan dkin biaramî bijîn pêwîtî bi destûrek bingehîn ya demokratik heye”.
'Kurdên rojava çalak in'
Nunerê PYD’ê Dr. Huseyîn Koçer di axaftinê xwe de bal kişand ser rewşa Kurdê Rojavayê Kurdistanê û serhildanêm ku li Suriyeyê hatine destpêkirin got: “Gelek derdor dipirsin ku ji bo çi kongre nayê lidarxistin, em jî ji bo hemû aliyên Kurd beşdarî vê kongre bibin dixebitin. Di encama xebatên mezin de em hêvî dikin ku wê di dema pêş de ev kongre bê lidarxistin. Di vê kongreyê de armanca me wek partî ew e ku yekîtiya partiyêm siyasî yê Rojavayê Kurdistanê ye. Di vê demê de Kurdê Rojavayê Kurdistanê çalakin û di rewşakî çalak de ne. Di van çalakiyan de armanca Kurdan ne ruxandina dewletê ye armanç ew e ku li ser bingekî demokratîk guhertina dewletiye. Êrîşê dewleta Tirkiye û Îran ya li ser Herêmên Parastinê yn Medyayê wek êrîşek li ser tevahî destkevtiyê Kurda û yekîtiya Kurdan em dinirxînin. Bersivdana van êrîşa ya herî baş afirandina yekîtiya netewî ye. Em wek PYD di nav qada civakî de bi gelek rêxistin û saziyê medenî re di nav giftugoyekê de ne. Li ser vî bingehî em dixwazin Kurdistanek xweser û demokratîk ava bikin. Gelek kes me rexne dikin dibêjin ku çima li gel muxalifet cîh nagrin û beramberî dewletê tênakoşin. Pêwîst e ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bername û helwesta muxalifetê diyar bibe ku em jî, li gor wê helwesta xwe diyar bikin. Ji bo me ne muxalifet ne jî deshilatdar girîng e, kî pirsgirêka Kurd çareser bike em ê ligel wan helwesta xwe diyar bikin.”
‘Kongreya netewî ferz e'
Rewşembîr Şerzad Êzîdî jî di axaftina xwe ya di semînerê de bal kişand ser amedekariyên Kurdan yên li Sûriyeyê û got: “Di Rojavayê Kurdistanê de pêwîstî bi kongreyek netewî heye. Guhertina ku di Suriye de wê bê çêkirin Kurd vê carê bi rengekî amade û bi rêxistin bikaribin li ser bigihên armancê xwe pêwîstî bernameyeke heye. Ji bo ev bername zelal bibe Kongreyek Netewî ferz e.”
Her wiha di semînerê de axaftvanên din jî li ser heman mijarê axifîn û ji bo yekîtiya Kurda li Rojavayê Kurdistanê xurt bibe piştgiriya xwe aşkere kirin.
ÊRIŞ QOSER - ANF-SILÊMANÎ
RSF’ê tundiya polîsan şermezar kir
Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas a (RSF) a ku navenda wê li Parîsê ye, binçavkirina rojnamevan Ahmed Mîre ya ji aliyê hêzên ‘dij terorê’ ve bi tundî şermezar kir. Hat diyarkirin ku piştî rojnamevan birine qereqolê derxistine pêşberê dadger û serbest hatiye berdan.
RSF a ku navenda wê li Parîsê ye ragihand ku di 7’ê îlonê de rêveberê karên nivîskî yê kovara Livîn li Silêmaniyê bi awayeke keyfî ji aliyê hêzên ewlehiyê ‘dij terorê’ ve hatiye binçavkirin û li rastî tundiyê hatiye.
Mîra wiha ji RSF’ê re axivî; “Seat di 12.30 de tîmên dij terorê, bi kincên leşkerî ve bi ser buroya kovara Livînê de girtin. Dema sekreter destûr neda ew bikevin hindûr, gef li sekreter xwarin û diyar kir ku ew ê her tiştên di buroyê de bişkînin.
Piştre hatin odeya min. Pir heqaret li min kirin û li her derê geriyan. Bi quntaxa keleşînkofê li min xistin û min destên min kelemçe kirin. Li birayê min Osman jî xistin. Li derve 4 wesayîtên leşkerî hebûn. Min bi tundiyê avêtin hindûrê wesayîtek ji wana. Piştre birin qereqola Bahriyarîmin derxistin pêşberê dadgerek û ez serbest hatim berdan. Seat 15.30 bû. Min jî fam nekir çima wiha êrişê min kirin.”
Li gel Partiya Demokrat a Kurdistanên (PDK) parast ku tu eleqeya wan bi bûyerê tuneye hêzên Asayîşê diyar kir ku tu eleqeya polîsên antî-terorê yên di bin kontrola PDK’ê de jî bi bûyerê re tuneye. Berpisyarekî li Suleymaniyeyê got ku, piştî ku di malpera rojnameyê de ev agahî hatin weşandin, der barê Livînê de bi hinceta “Reşkirinê” gilî kiriye.
RSF’ê diyar kir ku di nava fikarê de ne ku li Herêma Kurdistanê tundî berfireh bibel. Di 29 tebaxê de jî sazumankarê Rojnameya Aweneyê Asos Hardî dema ji bûroya xwe ya li Suleymaniyeyê derdikeft rastî êrîşek tund hatibû.
ANF/PARÎS