Hevseroka FEDA’yê Ayten Aslaner, li ser navê malbatên Roboskê Ferhat Encur û li ser navê hewldana Mereşê Mehmet Demîr tevli bîranînê bûn û her yekê axaftinek kir. Li ser navê Hewldana Mereşê Mehmet Demîr axivî. Demîr got: “Dewletê peywirek dabû ber xwe. Ev komkujî bi plan hat kirin. Bi hovîtiyek mezin berê xwe dan Elewiyan. Armanca wan pêşî girtina Tevgera Kurd bû. Bi komkujiyê re dixwestin herêmê bê Kurd û bê Elewî bihêlin.”
Li Tirkiy Kurd bê maf in
Ferhat Encu jî axivî û got: “Em ne Mereşê ne Sêwasê û ne jî Roboskê tu car ji bîr nakin. Bi ser kesên sivîl û bêguneh de bombe barandin. Ev jî têr nakir, Erdogan komkujî parast û serfermandarê giştî pîroz kir. Ciwanên ku bedena wan parçe parçe bû jî sûcdar hatin îlankirin. Li holê komkujiyek heye lê yek sûcdarek tune. Dadgeha sivîl, bûyer sewqî dadgeha leşkerî kir û serê bûyerê girtin." Piştî axaftinan belgefîlma li ser komkujiya Mereşê ku ji aliyê Cemo Dogan ve hatiye amadekirin hat nîşandan. Di bîranînê de Alî Dopar û Firat Îmîrza jî derketin ser dîkê.
ANF/PARÎS/KOLN
Li Parîsê jî bîranîn pêk hat
Platforma Rêxistinên Girseya Demokratîk a Parîsê û FEDA li paytexta Fransa Parîsê semînerek têkildarî komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê li dar xistin. Semîner li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdan pêk hat. Li ser navê PRGDP Esra Demîr, ji endamên FEDA’yê li ser navê Dergeha Pîr Sûltan Ebdal Îsmaîl Goksungur û rojnamevan-nivîskarê Kurd Fûat Kav weke axaftvan tevlî semînerê bûn. Îsmaîl Goksungur ku ji şahidên komkujiya Mereşê ye bal kişand ser pêvajoya siyasî û civakî ya wê dema komkujî pêk hat û got: “Komkujiya Mereş ne tesadufek bû.
Komkujî berdewama hevin
Li ser navê Platforma Rêxistinên Girseya Demokratîk a Parîsê Esra Demîr jî axivî û diyar kir ku di meha Kanûnê de komkujiyên li hember Kurdan zêde bûne. Demîr bal kişand ser komkujiya 19’ê Kanûna 2000’ê li hemberî girtîgehan pêk hat û û da zanîn ku mirov nikare van komkujiyan ji hev cuda bike. Nivîskar-rojnamevanê Kurd Fûat Kav jî di axaftina xwe de got: “Gava em dibêjin meha Kanûnê em dikarin bi dehan komkujî bijmêrin. Komkujiyên Mereş û Roboskiyê rastiya komara Tirk nîşan didin. Em dewletê bi xwe li vê derê dibînin.” Kav da zanîn ku polîtîkayên înkar û asîmlasyonê yên komara Tirk dewleta Tirk bi xwe îfade dike. Semîner paşî bi pirs û bersivan dewam kir.