Semîner ji aliyê endamê Rêxistina Jiyaneweya Gencan Karzan Mihemed li Salona Çandê ya navçeya Kelarê hat pêşkeşkirin. Piştî rêzgirtinê têkildarî qirkirina çandî û şêwazê xebata çapemenî bi taybet kanalên televîzyonan hatibû nivîsandin ji aliyê Kosar Mihemed ve hat xwendin. Kosar, diyar kir ku çanda Kurd bi hezaran salan e ji dergûşa mirovahiyê re malovanî kiriye û wiha got: “Her netewe û şaristaniyên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê rabû ji xwe re çanda gelê Kurd ku wekî çanda aryen tê naskirin girtiye. Lê mixabin bi pêşketina pergala modernîteya kapîtalîst û bi wê re pêşketina teknolojiyê bi xwe riyên qirkirina çandê anîn. Di roja me ya îro de bernameyên televîzyonan, rêzefîlm û fîlmên ku propagandaya jiyana sermayedar dikin bandorek neyînî û xirap li ser tak, xêzan, civak û bi taybet bi riya van li ser çanda Kurd kiriye. Her wiha hemû kanalên televizyon, û çapemeniya nivîskî û elektronîk ên Kurdî li şûna ku ji çand, dîrok, rastiya civak û welatê xwe re xizmet bikin bûne xizmetkarên pergala kapîtalîst û çîna sermiyandar . Karê bazirganî û pêşbirka qezenckirina pereyan dikin. Kanalên televîzyonan bi riya fîlmên biyanî dibin sedemê qetilkirina û qirkirina çanda Kurd û wekî van gelek sedemên din jî hene dihêle ku civaka Kurd ji çanda xwe ya xwezayî dûr bikeve.”
Ji Wezareta Çandê re bang
Mihemed di nava axaftina xwe de bal kişand ser dibistanên Fethullah Gulen ên li başûrê Kurdistanê û da zanîn ku Gulen bi riya olî di dibistanên xwe de çanda faşîzma Tirk û îslama kesk dide belav kirin. Mihemed, da zanîn ku minaka vê ya herî ber bi çav jî ew e ku kesên li dibistanên Gulen dixwînîn hemû bala xwe bidin ser çand û zimanê Tirkî, di nava hev de ji derveyî zimanê Tirkî axaftin hemû ziman qedexe ne. Mihemed, bang li Wezareta Çandê ya Herêmê û mamostayên Kurd kir ku ji bo zîndîkirina çanda Kurd dest bidin hev û pêşiyê li riyên qirkirina çanda Kurd bigrin.
DÎHA/GERMIYAN