Ji herêmên TSK nedikarî bikevê piştî hêzên HPG'ê xwe jê paşve kişandin hatin dorpêçkirin. Li cihên berê HPG’ê kontrol dikirin ên stratejîk niha qereqolên seyar lê tên çêkirin. Li Gevriyazînê ya di navbera gundên Binsûrê, Nehrî û Nawrezan de dimîne qereqolekî nû hate çêkirin û Girê Xaranê yê nêzî herêmê jî kuleya herêm bişopîna hate çêkirin. Dîsa ji Çiyayê Goman ê ku li hemberî navçeyê ji bo çêkirina taburekî nû li aliyê berê xwe dide 3'yemîn Fermandcariya Komando ya Taktîk a Çiya û 34'emîn Fermandariya Tugaya Sînor rê tê çêkirin. Hate zanîn ku ji bo Qereqola Cendirmeyan a li navçeyê li nêzî Çiyayê Nergîz ê piştî navçeyê qereqolekî mezintir bê çêkirin îhale hate çêkirin û dê rojên pêş de dest bi xebata wê înşatê bê kirin.
Cerdevanan perwerde dikin
Ji Pira Xiyalê heta Navberojan û gundên ser sînorê Herêma Federal a Kurdisatnê 12 nokteyên kontrolê yên leşkeran hatin avakirin. Di navbera Şemzînan û Rûbarokê de li Bigijnê û Kelheya Serhatê nokteyek, li Şepetan, Gevriyazînê û Bêsosîn 3 nokte, Mevan û Nawberojan jî 5 nokte, di navbera navenda Rûbarok û Rize yê re jî 2 nokteyên lêgerînê û li derketina Şemzînan Pira Xiyalê kontrola leşker û polîsan bi giştî 12 nokteyên lêgerînê hatin avakirin. Welatî rojê neçar in 2 caran ji wan nokteyên kontrolê re derbas bibin û di her carê de rastî kontrola nasname û lêgerîna wesayîtan tên. Welatî ji gelek nokteyên lêgerînê paşve tên şandin. Derdorên nêzî dewletê û xizmên Şaredarê Rûbarokê yê berê û namzetê parlementerê AKP'ê Kasim Demîr, sercerdevan bi rihetî di nokteyên lêgerînan de darbas dibin. Welatiyên din jî rastî pirsên "Hûnê ji bo çi biçin Herêma Federal a Kurdistanê?" tên.
Li gorî agahiyan ji cerdevanan re li yekîneyên leşkeran ên nêzî gundan perwerdehî tê dayîn û hate gotin ku dê cerdevan her meh ji perwerdehiyê re bên derbaskirin.
DÎHA/COLEMÊRG