Bergman radigihîne ku, Îsraîl ji hêla Îranê ve pêşxistina bernameya atomî ji bo hebûna xwe xeter dibîne û îdia dike ku di nava 3 mehan de dê Îran amadekariya xwe bigihîne asta êrişa atomî. Nivîskar radigihîne ku, plana êrişê li gorî bersiva van her sê pirsan bête amadekirin;
- Gelo, hêza Îsraîlê heye ku êrişî tesîsên atomî yên Îranê bike û bernameya wan a atomî paşde bixe. Ma gel û artêşa Îsraîlê dê bikaribin li hemberî êrişên bersivdanê yên Îranê ber xwe bidin?
- Ji bo êrîşê piştgiriya DYA’yê bi awayekî eşkere heye an na?
- Ji bo bêtesîrkirina hêza atomî ya Îranê ma hemû rêbazên dîtir qediyane? Qey ev êrîş şanseke dawî ye?
Li gorî nivîsê, rayedarên Îsraîlê texmîn dikin ku hêza atomî ya Îranê di nava 9 mehan de dê bigihîje asta ku vegera wê nebe. Li gorî fikra DYA’yê jî heta 15 mehan Îran nikare vê hêzê bidest bixe. Di vî warî de gumana DYA bi Îsraîlê heye. Li aliyê din jî li ser tesîra ku êrîşa Îsraîlê li tesîsên Îranê jî bide guman heye. Rayedarên israîlî her çiqas dibêjin dê 3-5 sal bernameya atomî paş bixe jî, Rafi Eitan ku bi dehan salan di nava Mossadê de mabû dibêje ev nêrîn rastiyê nîşan nade.
NEW YORK