Senatoyê got, em F-35´an nadin Tirkiyeyê
Di van rojan de Dewletên Yekbûyî yên Emerîkyaê (DYE) ji ber krîzên cihê, girtina pastorê xwe li Tirkiyeyê, hewldanên Tirkiyeyê yên zerarê didin berjewendiyên wê, li ser mueyîdeyên cihê dihizirî û minaqeşe dikir. Doh biryareke li ser Wezareta Dadê û Wezareta Karê Hundir yên Tirk sepand ku pê nemabû ku bibêje, wezrên Tirk serokê komên terorîst in.
Piştî vê biryarê, Senatoya DYE’yê jî pêşnûma qanûna ku dana Tirkiyeyê ya balafirên şer F-35 radiwestîne, erê kir.
Pêşnûma qanûn hefteya bihurî ji hêla Meclîsa Nûneran ve, ku baskê jêr ê Kongreya DYE’yê ye, hatibû qebûlkirin. Pêşnûmeya ku hatî ber destê senatoyê li dijî 10 dengan bi 87 dengan hate qebûlkirin. Senato ji 100 kursiyî pêk tê.
Bi pêşnûmayê, Wezareta Berevaniyê ya DYE´yê tê erkdarkirin ji bo ku 7.6 milyar dolaran ji bo balafirên şer F-35’an xerc bike. Şirketa DYE’yê Lockheed Martin van balefiran hildiberîne. Di nav şirîkên vê şirketê de Tirkiye jî heye. Lê pêşnûma elaqedarî sala darayî ya 2019’an a bi 717 milyar dolarî ya wezaretê, bi xaleke wiha ye ku derfetê dide ku balafirên şer ên navbihurî nedin Tirkiyeyê.
Pêşnûmaya qebûlkirî şandin ber destê Serokê DYE’yê Donald Trump. Piştî ku Trump jî îmze kir û bû yasa, herî dereng di nava 90 rojan de tê payîn ku raporek derbarê têkiliyên DYE û Tirkiyeyê de were amadekirin. Heta ku rapor biçe Kongreyê, wê ne pêkan be ku F-35’an bifiroşin Tirkiyeyê.
Di pêşnûmayê de peymana di navbeyna Tirkiye û Rûsyayê de, ya li ser pergala berevaniya hewayî S-400 û girtina keşeyê (pastor) Emerîkî, Andreew Brûnsun tê destnîşankirin. WASHINGTON