Senatorê Komaxwaz ê Emerîkî Lindsez Graham tevî senatorê ji Partiya Demokrat Chris Van Hollen, li ser pêşnûmaya qanûnna cezakirina dewleta Tirk li hev kir. Heger ev pêşnûma li senatoyê bîpartîzan bê erêkirn û di konreyê re jî derbas bibe, hingê li pêşiya serokê Emerîkayê ti rêya din namîne ji bilî, erêkirinê. helbet ew dikare veto bike, lê encamên vê dikarin ji bo wî xirabtirbin, lewma hingê senato dikare bi li hemberî 2 dengan bi 3´yan qanûnê bêyî erêkirina Trump jî lê bike.
Pêşnûmaya bî partîzan ji 8 beşan pêtê û tê de eşkere tê gotin, ev cezakirin wê heta dewleta Tirk û çeteyên wê ji Rojavayê Kurdistanê vekişin lê bin. Di beşa yekê de navê kesên ji dewleta Tirk wê bikevin ber cezayan wiha tên rêzkirin:
*Serokkomar
*Alîkarê serokkomar
*Wezîrê Parastinê
*Wezîrê Karên Derve
*Wezîrê Malî
*Wezîrê Bazirganiyê
*Wezîrê enerjiyê û çavkaniyê xwezayî
Di beşa diduyê de mueyîdeyên li dijî artêşa Tirk hene:
Kes û şirketên sîlhan bifiroşin Tirkiyeyê wê bêîn cezakirin. Ev sîleh jî heyatî ne:
*Balefir û parçeyên wan ku Artêşa Hewayî ya Tirk bi kar tîne
*Parçeyên sektora otomotîfê û xizmetên ku Artêşa bejahî û Deryayî ya Tirkiyeyê bi kar tîne
*Sîlehên bergiriyê ku artêşa Tirk bi kar tîne
Enerjî û desteka eskerî jî radiwestin
Di beşê sisê û çarê de mueyîdeyên li ser sektora enerjiyê yên Tirkiyeyê û alîkariya eskerçî ya bi Tirkiyeyê re hene. Di beşa pêncan de bicihanîna muyîdeyên ji ber kirîna S-400 di nava 180 rojan de tê xwestin.
Heger ev pêşnûma bibe qanûn, hingê wê aborî û modernîzasyona eskeriya Tirk derbeke mezin bixwe.
NAVENDA NÛÇEYAN