AMED : Li Amedê di saetên serê sibê de yekîneyên midûriyeta polîsan hemwext bi ser BDP'a Amedê Buroya Ekolojî Rêveberiyên Herêmî ya BDP'ê, ÎHD, Egîtîm Sen,TUHAY-DER, Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê, Kurdİ-DER, Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê û gelek malan de girt. Hate zanîn ku polîsan deriyê Navenda Çandê ya Dicle û Firatê şikandin. Polîsan hemû avahiyên ku bi ser de girtin xistin bin dorpêçê û hemû bilgîsayar û pirtûkên li avahiyan desteser kirin.
ENQERE : Polîsan bi ser mala Parlementera Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Amedê Leyla Zana a Çankayayê de girtin. Deriyê Zana ji aliyê polîsan ve hate û di legêrînê de gelek evrak û compîtûra ku Meclîsê dabû Zana desteser kir.
Lêgerîn li mala Serokê DEHAP'ê yê berê Tuncer Bakirhan hate kirin. Di lêgerînan de hard dîskên komputora malê hat kopîkirin. Bakirhan jî hat binçavkirin. Hat hînbûn ku Bakirhan dê bibin Stenbolê. Polîsan deriyê mala Endamê lijneya rêveberiya BDP'ê Abdulkerim Bîngol jî şkestin û li mala wî lêgerîn pêk anîn. Hate hînbûn ku Bîngol ne li malê bûye.
Gelek kes binçav kirin
Navên kesên ku di encama operasyona li Enqerê de hatin binçavkirin wiha ne: Xebatkarê koma BDP'ê Necat Ograş, Cîgira Hevserokên BDP'ê û parlementera Wanê ya berê Fatma Kurtulan, Pisporê KESK'ê Îsmet Aslan, xebatkarê navenda BDP'ê Mahmut Polat û nûçegihanê DÎHA'yê Murat Çîftçî.
RIHA : Yekîneyên Midûriyeta Polîsan li Rihaye jî di heman çarçoveyê de bi ser avahiyên BDP'a Rihayê, KurdÎ-DER, Akademiya siyasetê ya BDP'ê de girt. Di serdegirtinan de bi sedan polîs amade bûn. Li gel parlementerê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Rihayê kom bûn.
WÊRANŞAR-SERÊKANINÊ : Li navçeya Serêkaniyê Wêranşarê jî yekîneyên midûriyeta polîsan bi ser malên rêveberên BDP'ê Nurullah Akan û Halîs Aktaş, wekîlê şareradê Wêranşarê Mehmet Burun de girt û gelek afîş desteser kirin.
ÇEWLÎK :Li Çewlîkê jî bi sedan polîsan bi ser avahiya BDP'ê ya Çewlîkê de girtin. Di serdegirtinan de Endamê BDP'ê Şeref Bulut hate binçavkirin û pişt re serbest hate berdan. Polisan di serdegirtina BDP'ê de kompîtur desteser kirin.
SÊRT : Li Sêrtê ji di heman çarçoveyê de bi sedan polîsan bi ser avahiya BDP'ê ya Sêrtê û mala Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak de girtin. Li mala Sadak ku Sadak ne li malê bû lêgerîn didome.
MÊRDÎN: Polîsan bi ser Mala Piştgiriyê ya Perwerdehiyê ya aydî Şaredariya Qoserê de girtin. Li saziyê lêgerîn hêj berdevam dikin û hate zanîn ku gelek kompîtur û arşîvên şaredariyê hatin destserkirin.Polîsan bi ser avahiya Şaredariya Nisêbînê de jî girtin û bi sedan polîsan avahiya şaredariyê orpêçkirin û gelek bîlgîsayarên şaredariyê arşîv hatin desteserkirin.
WAN: Li Wanê lêgerîna li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Wanê û avahiya Xizmetê ya Şaredariyê demeke dirêj berdewam kir. Di serdagirtinê de li odaya Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê de ala Tirk hate daliqandin. Di serdagirtinê de polîsan hemû wêneyên li avahiyê çirandin û avêtin erdê. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, diyar kir ku serdagirtin korsanvarî hate kirin.
ÊLIH: Polîsan bi ser avahiya BDP'a Êlihê û Akademiya Siyasetê ya BDP'ê de girtin û lêgerînên li her 2 avahiyan bi dawî bûn. Di serdagirtinan de xebatkarê Akademiya Siyasetê Kazim Bariş hate binçavkirin û gelek belge, hard dîsk hatin destserkirin.
ÎZMÎR: Li Îzmîrê ji polîsan bi ser avahiya BDP'a Îzmîr û NÇM'ê de girtin. Lêgerîn bi saetan berdewam kir.
EDENE: Li Edeneyê jî polîsan bi ser avahiyên BDP'ê yên naveda bajar û navçeyên Seyhanb û Yuregîrê de girtin. Li lêgerînan de gelek bilgîsayar û belge hatin destserkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku polîsan saet di 05.30 û 06.00'an de li wî geriyan û jê wî re gotin dê lêgerîn bikin. Aydemîr, anî ziman ku piştî lêgerîna li avahiya BDP'ê ya bajar li avahiyên BDP'ê yên navçeyên Seyhan û Yuregîrê jî lêgerîn kirin.
STENBOL: Polîsan berbanga vê sibê bi ser avahiyên BDP'a Esenyurt, Bagcilar û Zeytînburnuya Stenbolê de girtin. Lêgerînên ku li avahiyan destpê kirine bi saetan berdewam kirin. Di encama lêgerînan de Hevseroka BDP'a Bagcilarê Zekiye Îlbasan, Hevseroka BDP'a Esenyurtê Şafak Ozanlı, Rêvebirê BDP'a Pendîkê Celal Dulger, Serokê BDP'a Esenlerê yê berê Celal Alphan, rêvebira BDP'a bajêr Nazîre Guneş, Mamosteyê navend aBDP'ê Berat Bîrtek jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN