Sevînç, li ser armanca projeyê rawestiya û destnîşan kir ku ji bo civakê li hemberî dîrokê hestyar bikin û dirokê di roja îro de vejînin pêdivî bi vê projeyê dîtine. Sevînç, derbirî ku ew wekî neviyên “Şêx Saîd û Seyîd Riza” ku di dîrokê de kasayetiyên girîng li pey xwe hiştine ji bo deynê xwe yê li hemberî wan bidin û li mîrateya wan xwedî derkevin di nava hewldanan dene. Sevînç, daxuyad ku bi vê projeyê dixwazin rûpelên tarî yên dîroka Kurdan ronî bikin û di hunermendên Tirk ên dost re vê roniyê li gelê Tirkiyeyê parve bikin. Sevinç, derbirî ku ew dê vê projeyê li Amed û Dêrsimê bi galayekê pêşkêşî civakê bikin û dest bi gavên pratîk bikin.
‘Ev nirx bi têkoşînê hate bidestxistin’
Sevînç, li ser zor û zahmetiya dîtiye jî rawestiya anî ziman ku zaroktiya wî li Pîrana Amedê derbas bûye. Sevînç, bibîrxist ku demek dirêje dixwest albûmeke zazakî çêbike û hezkirina wî ya muzikê re bi xêra bavê wî pêş ket. Sevînç, da zanîn ku Rençber Azîz jî bandor li ser wî çêkir û wiha got: “Ez li ber derî nobedar bûm. Dema ku polîsan beriya bi ser mal de bigrin min hundir agahdar dikir û bavêmin qasedên xwe dixistin bin axê. Lê pêvajoya îro gelek baş bûye. Ev nix û destketin bi xêra têkoşînê pêk hatine.”
Sevînc derbarê albûma xwe ya bi navê “lome” ku ji stranên zazakî pêk tên jî rawestiya û wiha axivî: “UNESCO raporeke weşand. Di raporê de zazakî weke zimanekî li ber tûnebûnê dihat destnîşankirin. Vê raporê ez arasteyî lêkolînê û amadekirina albumê kirim. Min albuma ku ji 11 stranan pêk tê amade kir. Min di albumê de strana “Te war kirin” bi mabesta serhildana Koçgirî nivisand û ji bo stranê çûm Sêwasê. Hunereke li dervê civakê bê nirx û wate ye. Ji ber vê yekê min xwest Serhildana Koçgirî li ser axa ku qewimîye hîs bikim û wê ji nûve vejînim.”
‘NÇM’ê hişmendiya kolektîf diparêze’
Sevînç, derbarê muzîka kolektîf de jî nerînên xwe anî ziman û bal kişand ser hişmendiya xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM). Sevînç, destnîşan kir ku feraset û hişmendiya muzîk û kolektîf tenê di nava xebatên NÇM’ê de hene û li ser terza muzîka “Kom” ê rawestiya. Sevînç, bilêv kir ku dema li muzîka pergalê dinerin xebatên kesayetî û nêzîkatiyên takekesî derdikeve pêş û wiha pêde çû: “Dema li Kurdistanê aştîyeke pêk bê, dê Ronesanseke pêk bê. Di hunerê de afirandineke mezin dê pêş bikeve. Minaka îhtîlala Fransa jî li ber çavan e. Tevgerên şoreşger ji bo ziman û çanda xwe şerên dijwar didin. Piştre ronesanseke dijîn. Ji bo gelê Kurd ronesans zû dest pê kir. Dê bi hatina aştîyê ev ronesans bibe bingeha afirandina hûnerê.” Sevînç, bal kişand ser gelên bindest û da zanîn ku gelên serxwebûna xwe bi dest nexistine, hêj ji bo azadiyê şer dimeşînin û di nava hunera wan de bandor û siya şer li ser heye. Sevînç, bibîrxist ku niha di nava şereki mezin dene û ji ber vêyekê jî nikarin hunera Kurdî ji şer cuda bifkirin. Sevînç, destnîşan kir ku şer û huner bandora xwe li ser hev dikin û ji nev nayên qutkirin. Sevînc bal kişand ser berhemên mayînde û got: “Berhemên herî bi qalîte, baş û mayînde ruhiyeta xwe ji vî şerê tekoşîne verdigire”.
DÎHA/AMED