Tirkiye hîna “mabeda” xwe ne hêrivandiye.
Ev mabed, çavkaniya nexweşiyên sedsala navîn diafirîne. Ji ber vê çendê, senfoniya ku musîkiya bextreş dilorîne 24 saetan kar dike.
Balkêş e, “kesên ji me, lê li dijî me” jî, di vê mabedê de, bûna parçeyek ji senfoniya ku musîkeya paşverûtiyê dilorînin hene. Hejmara van kesan her dem tê guhertin. Yek diçe, du kes dikevine dewsa wan.
Ev bextreşiyeke mezin e û hîna navek lê nehatiye kirin. Lê em dikarin navekî lê bikin. Navê herî nêzîkî vê rewşê, “toqê lanetê ye”. Ev toqê lanetê bi destê dijmin, di stûwê gelê kurd de tê rûnandin û ew kesên bextreş jî borêzantiya dijmin dikin.
Min demek berê, navê vê nexweşiyê kiribû “edebiyata felzekê.” Niha dibînim  ku ev nav jî têra vê bextreşiya felcoyî nake.
Çima? Ji ber ku çavkaniyek dîrokî ye û  kurmîtî û çepeliyê diafirîne. Di her demê de kesayetiyek wek “Palêsê pîso” jî derdixe meydanê.  Çavkaniya ku ji kirêtî û hetikberiyê palêsan diafirîne ye. Pîso paçikê şewitî ye û bêhneke nexweş derdixe. Bêhna pîso, kerika bêhvila mirov diêşîne.
Gelo ev gunehkarî ya kurdan e, yan ya dijmin e?  Ya rastî parvekirineke ku ne bi matametîk, ne jî bi pîvanan tê cudakirin e.
Tenê em dizanin ku Tirkiye welatekî nexweşiyan e.
Komara Tirkiyeyê, ji “nexweşiya heyamî” hate damezrandin û piştre jî derman nekir. Lewma, di her heyamê de ev nexweşî,  ji nû de xwe dubare dike.
Bi gotineke din; ev nexweşiya sîstema cîhanê ye û xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Dema maestro, darikê senfoniyê dihejîne, lorandina dengên cuda dest pê dikin. Mirov dikare bêje ku nexweşiyek cîhanî ye.
Edebiyata cîhanê, ji bo ku vê nexweşiyê têk bibe û “mabedên zindanî” bihêrivîne hate afirandin. Di sala 1921ê de, bi armanca afirandina edebiyata cîhanê, li Ingiltere gaveke pîroz hate avêtin û PEN Club hate damezrandin. Lê Ingiltere yek ji çavkaniya “nexweşiya heyamê” bû. Hişmendiyeke berfireh kûr û dûr hebû, lê perwerdehiya bi edebiyatê, ji kozmopolîtbûnê xelas nebû.  Ji ber ku kîn û berjewendî serdest bîn. Hişmendiya kûr û fereh, dermankirina “nexweşiya heyamê” danî aliyekî û rojhilat weke tevahiya cîhanê dît û nirxand.. Xwe di ferehbûn û kûraya xwe de fetisand. Vê yekê, dermankirina kînê pêk anî, lê berjewendî mûmarî kir, yanî wek nexweşiya kronîk û nayê  dermankirin kirin derxiste pêş. Vê nexweşiyê,  di salên ‘38 an de  mirovên weke Hîtler û Mussolînî derxstin holê û tovê faşîzma reş li tevahiya dewletên cîhanê belav kir.
“Nexweşiya heyamê” li her welatî salnameyên cuda derxistin holê û senfoniya mabedan jî, lorandina bextreş berdewam kir.
Tirkiye, yek ji wan welatan e ku di her heyamê, heman nexweşiyê dijî.  Ev nexweşî, mîna marê ku her sal eyarê xwe (kalanê xwe) biguhere ye. Mar çiqasî kalanê xwe biguhere, dîsa jî mar e. Xisleta vê nexweşiyê ew e ku mirov kor dike, bexîl, bextreş dike. Ev mirov xwedî du çav û xwedî du guh in; lê rastiyê di rengên cuda de dibînin, dengan jî di hewa cuda de dibihîzin. Wek mînak: Rengê “êm û ulefa” bandorê li binyata wan dike, “kîsik û kursî”, bandorê çingêniya guhên wan dike.
Navê vê binyat û çingêniyê,  korîtiya bi rojê ye û nikarin nûjeniyê bibînin, nikarin rastiyê bêjin.
Lewam kesên ji me, lê li dijî me, şujina di çavên desthilatdariya AKP ê de nabînin, derziya di çavên BDP, KCK û  CDK ê de dibînin.
Di demsala navîn de, ev nexweşî bi Ewropa re hebû. Lê  kesên weke Goethe û Victor Hugo, piştre Bayron bûne dengê nû û çavên “Korên rojê” vekirin. Heya salên 1840 î jî Ewropa welatê “kîn û berjewendiyan” bû. Îro, kîn  hatiye avêtin, lê humanîzma berjewendiyan berdewam dikin. Entelektuel û rewşenbîrên tirk jî, nostaljiya qirkirina ermenî, ruman dijîn. Kesên ji me, lê li dijî me jî dixwazin ku heman nostaljiyê di qirkirina kurdan de bijîn.
Edebiyata tezkerê, desturê nade ku Goethe, Vîctor Hugo û Bayron li Tirkiyê derbikevin. Bandora tezkerê, edebiyata kurdî jî heye û di hinek kesan de digihê radeya herî bilind û dijwar.
Ev jî dide xuyakirin ku nexweşiya heyamî heye û afirgeriya “Korên rojê”, berdewam dike. Hemberî ku dermanê “Nexweşiya heyamî” di çarçoveya demokrasî,  mafên mirovan û wekheviyê de hatiye dîtin jî; li dewletên weke Tirkiyeyê, tê xwestin ku ev nexweşî bi kiryarên Hitler û Musollînî werin dermankirin. Ji salên ‘50 î û vir ve, Tirkiye dibêje “ezê xwe ji vê nexweşiyê xelas bikim.” Lê senfoniya kor û lalan ku beramberî palêt û potînên esker kar dike, ne hate nûkirin û xwe ji bextreşiyê xelas nekir.
40 sal in ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê, şerekî dijwar li dijî “Mabêda nexweşiyê” tê kirin. Dîsa jî Tirkiye ji nêrîn û dermankirina bîrîna mumarî ya yek alî xelas nabe. Kîn kûr dibe, berjewendî di gotina “yek-yekan” de, di kirasê Hîtler û Musollînî de derdikevine pêşiya gelê Kurd. 
Di nava  40 salên ku berdêlên giranbiha hatin dayin de jî, “Korên rojê” ku senfoniya kor û lalan de cih digirin, şûjina di çavên dewlet û desthilatdariya Tirkiyê de nabînin, lê derziya di çavên haraketa Azadiya Kurd de dibînin.
Li Tirkiyeyê nexweşiya heyamî, kiras, kalan û eyarê xwe jî neguhertiye. 
Nakaratên berî 80 salî, di dengên cuda de têne lorandin. Gotina kin got; “Kesên ji me, lê li dijî me” di vê wateyê de bû. Ji ber ku nexweşiya heyamî,  encama perwerdehiya felzekê ye, ku mirov di ciwantiya xwe de xwedî hiş û ramaneke îdeolojiya pêşverû ne, di navseriya xwe de xwedî ideolojiya tirsonek in, di kalîtiya xwe de jî, dibine marê kalan guhertî. Mirovên Tirkiyê, sê heyaman dijîn. Kalanê xwe diguherin û nikrin rekiha tezkerê bişikînin.
Di van rojên dawî de, di dema ku pirsgirêka Kurd kete qonaxa çareseriyê, îdeolojiya fermî ya dewletê kete nava erdhejekê de, dengê kor û lalên “ji me, lê li dijî me” bêhtir bilind dibe. 
Ev kes û derdor, di nava deh salan de wek Don-Quîchotte Kurdan derketin pêş, lê îro bûne Şanso Panço. Her kesî hêvî dikir ku ev kes, romanên şovalya binivîsin, mixabin bûne parçeyek ji senfoniya kor û lalan.