Komîteya Baweriyan a KCDK-E, li ser êrîşa hêzên PDK-AKP’ê ya li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîteyê diyar kir, êrîş encama hevdîtina Erdogan-Barzanî ye û şermezar kir. Komîteyê got, “Em eşkere dikin, ku em bi têkoşîna bi rûmet û mafdar a civaka Êzîdî ya li Şengalê re ne.” Di daxuyaniyê de pirs ji PDK’ê hate kirin ka di berdêla çi de beşdarî plana êrîşê bûye û wiha hate berdewam kirin: “Di herikîna dîrokê de gelek caran ferman li civaka Êzîdî a li Şengalê rabû û zilm lê hat kirin. Lê belê ya ku me civakên baweriyan ên enteweya demokratîk gelekî êşandiye û birîndar kriiye ew e, ku ev zilm ji aliyê PDK û Barzanî ve hatiye kirin. Li şûna ku PDK piştî komkujiyê, destekê bide civaka Êzîdî ku xwe biparêze û bibge xwedî hêz, berevajî vê yekê tevgeriya û nîşan da ku ti cudahiya xwe bi zaliman nîne. Ev ye kne şerekî birakujiyê ye, ev êrîşek li dijî civakek baweriyê, maf, ax, pîrozmendî û qada wê ya jiyanê ye. Êdî eşkere bûye, ku xizmetê ji berjewendiyên neteweya demokratîk a gelê Kurd nake, li gorî berjewendî û planên hin dewletan siyasetê dike û gotina ‘Kurdistana Serbixwe’ jî ji bo xapandin û neteweperestiyê bi kar tîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN