´Rêveberiya herêmê tedbîr negirtin´
Şêwirmendê serokomarê yê berê di berdewama axaftinên xwe de ragihand ku ger piştî girtina bajarokê Telehfer, tedbîr hatiban girtin komkujiyek wiha nedihat serê Êzîdiyan û wiha got: “Pêwîstbû dema Telehfer û Zûmar hatin girtin, rêveberiya wê herêmê yan rêveberiya xwe cihî tedbîrên baş ên ji bo parastina Şengalê girtibûna. Yan jî tedbîr hatibana girtin, heta xelkê xwe rizgar dikir. Herwiha ger bajarokê Zûmar hate girtin, dikarîn ji malbatên li gundên nêzî Baac debûn re bêjin ji wir derkevin, ji ber herî zêde ew malbat di xeteriyê debûn û girtin. Revandin,kuştin û serjêkirin bêtir li wan deveran çêbû, lê ger rêveberiya xwecihî ew xelik agahdarkiribûna ew hemû kuştin,revandin û serjêkirin çênedibû.”
´Divê lêpirsîna berpirsiyaran bê kirin´
Ido Babe Şêx di berdewama axaftinên xwe destnîşan kir ku divê kesên xemsarî kirine, lêpirsîn ligel wan were kirin û wiha pêdeçû: “Fermanek mezin hat serê xelkê me yê Êzîdî, xemsariyek mezin a rêveberiya xwecihî ya wê herêmê û ya pêşmergeyên li wir hebû. Lewma dibe ku ew berpirsyar ji ber van kiryaran werin destnîşankirin û lêkolînek ciddî li ser vê meselê were kirin. Piştî Telehfer, Zûmar jî hate girtin. Ji ber ku Şengal ji herçar aliyên xwe ve tijîbû ji tundrew û terorîstan, dikarîn bi awayek baş ewlekariya Şengal xurtbikin. Tişta li beramberî xelkê Şengalê hatî kirin, netenê xemsariye ;mirov dikare bêje gunehbariye. Di heman demê de xelkê Şengalê bû qûrbanî. Bi hezaran keç, kur, kal, pîr, jin û zarok bûn qurbanî; ev yek tewanek mezine û pêwîste were lêpirsînkirin.”
´Şengal bê statû nabe´
Di berdewamiya axaftina xwe de Ido Babe Şêx bal kişand ser çareseriyê ji bo Şengalê û got: “Gelê Êzîdî êdî ne gotin pratîk dixwazin. Lewma dixwazin hêzeke parastinê ji Şengaliyan bi xwe çêbibe û dibe ku Êzîdî ji aliyê navnetewî ve jî werin parastin. Me bawer nedikir di vê sedsalê de komkujiyek wiha were serê kurdên êzdî." Ido Babe Şêx bal kişand ser qehremaniya kurdên êzdî û wiha got: “Xelkê Şengalê xelkek mêrxase û her demê xwe parastiye. 72 ferman bi serê wan de hatin, lê dîsan xwe komkirin ser hev û parastina xwe kirin. Lê ev ferman ne weke 72 fermanên din bû, di vê çerxê de me bawer nedikir komkûjî û jenosîdek wiha were serê xelkê me yê Êzdî. Bi taybet bi hezaran penaber hene. Bi hezaran xelkê cih û warên xwe hîştine. Têr nake mirov hinek cil an jî nan bide penaberan. Ji ber hîna welatê wan û gundên wan di destê DAIŞ’ê dene. Lewra dibe ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê di demekî kin de hewl bidin ku ev xelke vegere ser cih û warên xwe, wê demê wê rewşa xelkê êzdî baş bibe.”
ŞÊXAN/ROJNEWS