Hevseroka Federasyona Komeleyên Êzîdiyan FKÊ Dr. Leyla Ferman da xuyakirin ku Şengal û civaka Êzîdî êdî mîna berê nabin û berê û derbarê Pêngava Rizgarkirina Şengalê û pêşeroja Şengalê de ji ajansa ANF´ê re axivî.

Bi rizgarkirina Şengalê re qonaxek çawa destpêkir?

Rewşa Êzîdiyan bêguman wê bê guhertin. Tiştê me ji vê fermanê fêm kir, eger azadiya Êzîdî nebe, pêşeroja Êzîdiyan û Şengalê nabe. YPG, YBŞ û HPG îro parastinê dikin, lê têrê nake ji bo parastineke bi salan a Êzîdiyên dixwazin vegerin ser axa xwe. Heta Êzîdî negihêjin azadiyê, Şengal jî azad nabe. Bi pêngavê re niha derfetên vegera Êzîdiyan li cih û warên xwe tên afirandin.

Di 5 mehên piştî komkujiyê de di nav Êzîdiyan de çi guherî?

Heta 2 mehên destpêkê gelek Êzîdî di nava şoqa fermanê de bûn. Piştre YBŞ hat avakirin, di dîroka Êzîdiyan de yekemcare hêzeke parastinê tê avakirin. YBŞ ji bo çi hat avakirin? Em Êzîdî weke giştî jî Kurd di nava Rojhilata Navîn de, xwe  ji bo şerê kesî amade nakin, em parastina ax û civaka xwe dikin. Avabûna YBŞ’ê jî ev bû. Yanî divê Êzîdî xwe û axa xwe biparêze. Di nava civakê de, ji ber ku di vê demê de ez bi giranî li Bakurê Kurdistanê mam, dikarim bêjim ku ew şoq êdî hatiye derbaskirin. Ev yek di jiyana rojane de jî xwe dide der. Her wiha, Şengaliyên hatin Bakur bi giranî çavên wan li Ewropayê bû, lê di vê demê de hat fêmkirin ku Ewropî jî wan naxwazin. Ne saziyên navneteweyî Êzîdiyan derbasî Ewropayê dikin, ne jî dewletên Ewropî wan qebûl dikin. Ez bawerim Êzîdiyan ev yek êdî fêm kirine. Ji ber vê yekê di nava kampan de bi giranî Şengal dibe mijar. Vegera Şengal, behsa gundên xwe dikin, axa xwe dikin. Dema Şengal hat rizgarkirin, li wargehên li Bakurê Kurdisatnê civaka me dest bi meşê kirin. Rizgarkirina Şengalê, gelê Şengalê gelekî kêfxweş kir.
Dibe ku hin Şengalî hene di nava gumanê de ne, ku gelo rewşa Şengalê wê çi bibe? Dikarin vegerin an na? Tecrûbeyên wan bi rastî jî gelekî giran e. Ev normal e. Divê em baweriyê ava bikin. Bê baweriyê ti tiştek nabe. Ez bawerin niha hêvî û bawerî di nava Şengaliyên derketine derve afiriye, ku vegerin.

Ji bo Şengalê hûn çi plan dikin?

Bêyî Xweseriyê Şengal nabe. Şengal a berê, îro û ya pêşerojê ji sedî sed ne yek e. Sedî sed civaka me wê were guhertin û sedî sed wê Şengal bê guhertin. Niha ji bo me çi girîng e? Em dibêjin bi taybetî divê gelê Şengalê biryarê bide. Ji bo vê jî bêguman divê amadekarî bê kirin û destpê kirine jî. Divê Konferansek an jî Meclîseke Şengalê bê avakirin. Bi taybetî ew meclîsa kesên Şengalê endamên wê ne, ewê biryar bidin; gelo ew xweserî wê bi çi rengî be. Ev divê bê nîqaşkirin. Ji ber ku gelê Şengalê ev cara yekemîn e saziyên xwe ava dike. Gelek ji wan di nava kampan de dibêjin; em dixwazin li ser Xweseriyê nîqaş bikin. Gelo Xweserî çi ye? Rola me wê çi be? Ji ber vê yekê, gava yekemîn ew e ku em xweseriyê bidin fêmkirin. Weke federasyon mafê me nîne, ku em ji wan re bêjin em xweseriyeke bi vî rengî dixwazin. Em dikarin destekê bidin. Em dikarin amadekariyê jê re bikin. Lê belê biryarstendin rewşeke hevbeş e. Ne tenê em weke federasyon, divê Êzîdî hemû di nav de cih bigirin, bi taybetî gelê Şengalê. Heta ew Meclîs neyê ava kir û bi taybetî Şengalî biryarê nedin, bi rastî mafê me weke Êzîdiyên li Bakur nîne em biryarê li ser Şengalê bidin. Belê Şengal şeref û namûsa me ye jî, lê bêyî gelê Şengalê em nikarin biryarê bidin.

Li bakur rewşa Êzîdiyan çawa ye?

Li Bakurê Kurdistanê jî cara yekemîn e Êzîdî xwe birêxistin dikin. Me niha 3 komîsyonên xwe ava kirine. Komîsyona Êzîdiyên li Wêranşar, Komîsyona Êzîdiyên li Mêrdînê û Komîsyona Êzîdiyên li Êlih-Amedê. Di dawiya vê mehê de emê Meclîsa Êzîdiyên li Bakur ava bikin. Rast e Êzîdî parçeyek ji Kurdistanê ye, Kurd in. Lê eger rêxistinên me tinebin, emê nikaribin ola xwe, çanda xwe di pêşerojê de biparêzin. Û heta em nebin parçeyek ji wê civakê jî bi rastî, pêşeroj jî wê zehmet be. Bi van armancan me xwest meclîsa xwe ava bikin. Em dixwazin bi vê rêxistinbûyînê re rewşa girtî ya civaka Êzîdî ku bi tenê li nava gundan diman û nediket nava civaka giştî bişkînin. Em dixwazin êdî dawî li vê dûrketina ji jiyana giştî bînin. Ji xwe di nava vê meclîsê de pênc komîsyon tên avakirin. Mînak; komîsyonek ji bo Şengalê tê avakirin. Di nava wê komîsyonê de ne tenê Êzîdiyên li Bakur, emê ji kampên me yên Şengaliyan ên li Bakur, nûneran destnîşan bikin. Ewê di nava wê komîsyonê de cih bigirin. Her wiha wê komîsyona jinan bê avakirin, komîsyona ziyaretên Êzîdiyan. Bi vê yekê re wê Êzîdî cara yekemîn lêkolînan li ser ziyaretên xwe bikin. Ziyaretên me li ku derê hene, dîroka wan çiye? Emê pêşî tespît bikin.
Gava duyemîn jî, emê lêkolîna xwe di nava civakê de dewam bikin, ku li ser wan ziyaretan di nava civakê de çi tê gotin.

Di dawiyê de banga we ji bo Êzîdiyan çi ye?

Alîkariya însanî hînê ji bo Şengaliyan lazim e. Bi taybet ji bo Şengalê lazim e. Li gel zor û zehmetiyan li Bakur pêwîstî tên tedarikkirin. Lê rewşa Şengalê hinekî zehmet e, heta ji destê me bê divê em alîkariya însanî bigihêjînin Şengalê. Em bi taybetî bang li civaka xwe dikin ku alîkariya însanî bişînin Şengalê. Wekî din, pêwîste bi taybetî Êzidiyên me di nava gelê Şengalê de, di nava kampan de cih bigirin. Dema em dikevin nava wan, bi wan re hêviyek derdikeve holê. Ev gelekî girîng e.




KENDAL QOSER/ANF/BIELEFELD