BERHEM LATİF / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Nivîskar û akedemîsyen Hawjîn Mela Emîn got, li Şengalê sîstema xwerêveberiyê rûniştiye û ew dikare ji bo herêmên bi nakok bibe mînakeke baş.
5’ê Mijdara 2018’an li Şengalê Lijneya Tifaqa Şengalê hat avakirin. Armanc ji vê lijneyê ew e ku Şengalî bi xwe xwe bi rê ve bibin. Li ser vê yekê nivîskar û mamostayê zanîngehê Hawjîn Mela Emîn axivî.
Emîn pêngava Lijneya Tifaqa Şengalê weke pêngaveke gelek girîng dît û got, “Şengalî têgihiştin ku bê jiyaneke hevbeş û biryareke hevbeş ya kesên di Şengalê de, garantiya tiştekî din nîne. Em hemû jî dizanin, niha çeteyên DAIŞ´ê li wan navçeyan xwe bi rêxistin dikin. Ji bo wê, heger pêkhateyên wan navçeyan yekitiya xwe ava nekin, dibe ku rastî êrişeke din werin.”
Di rojên ne xweş de xelk tenê hişt
Hawjîn Mela Emîn li ser nerazîbuna gelê Êzîdî li dijî vegera îdareya berê ya Şengalê jî got, “Ti aliyekî siyasi nikare xwe li karesatên hatî serê Şengalê kerr bike û îdareyek ji derve bêt û bi ser xelkê Şengalê xwe bide pejirandin. Vê îdareyê di rojên ne xweş de xelk bi cih hişt. Nekarî xizmetguzariya xelkê Şengalê û weke pêwîst parastina xelkê Şengalê bike. Îdareya berê nikare parêzvaniya Şengalê bike, nikare cihê xwe jî li wir çêke. Ji bo wê, ya herî baş ew e ku îdareya berê venegere Şengalê.”
Divê ezmûna Şengalê were parastin
Hawjîn Mela Emîn wekî din got, divê Şengal ji bo xwe rêvebirina hemû navçeyên bi nakok bibe mînak û wiha qise kir: “Rastiyek derketiye holê, ew jî ew e ku ne Iraq û ne jî Herêm di çareserkirina pirsgirêkên navçeyên bi nakok de ne rast in û nikarin wê pirsgirêkê çareser bikin. Di çareserkirina pirsgirêka madeya 140´î de ne rast in û ew paşgûh kirine. Ji bo vê, li gorî min, mînaka Şengalê rêya çareseriya van herêman e. Xelkên navçeyên bi nakok dikarin kar li ser vê mînakê bikin. Li aliyê jiyaneke hevbeş û hevudu pejirandinê de mînakeke gelek rast û ciwan e. Divê piştgiriya ezmûna Şengalê bikin. Di aliyê yasayî û siyasi de jî berpirsariyeke mezin dikeve ser milê hêzên siyasî yên li herêmê, Iraq û parlamenterên Iraq û herêmê. Divê ezmûna Şengalê were parastin û vê ezmûnê bikin mînakeke girîng. Divê alîkariya Şengalê bikin daku li ser piyê xwe bisekine.”