Gelek penaberên ku ji ber êrişên DAIŞ´ê ji Şengal û Mexmûrê hatine navçeya Qeladizê li dibistan û nexweşxaneyan hatine bi cîh kirin. Gelê Qeledizê û rêveberên navçeyê li gor derfetên xwe alîkariya Şengaliyan dikin. Qeymeqamê Pişderê Berhem Ehmed Hemereşîd anî ziman ku ji ber êrîşên li ser Şengal û Musilê, hêjmarek kurdên Êzîdî û Şebek gihêştin sînorê bajarê Qeladizê û navçeyên li derûdora wê. Hemereşîd wiha got: "Bi giştî hêjmara malbatan 106’e, nêzî 506 kes. Li çar cihan hatine bicih kirin, li nexweşxaneya kevin a bajêr 78 malbat bicih bûne. 13 malbat li dibistan Hermên, 10 malbat li dibistanek Pişderê û 5 malbat jî li dibistana Pêşevane li qezaya Sengeserê."


´Ev der mala wan e´

Hemereşîd derbarê kampanyayên alîkariyê jî de jî agahî dan û got: "Ji roja ku hatine vir berpirsyarên pêşvazîkirina penaberan li bajêr kampanyek bi navê “Şengal namûs û şerefa kurdan e!” dest pê kir. Gelê Qeladizê û Pişderê heta pêşvaziyek gelekî baş li vê kampanyayê re kirin. Em sipasiya hemû rêxistinan dikin ku gelê Penaber bi tenê nehiştin û her cûre alîkarî ji wan re anîn. Em hêvî dikin ev rewşa penabertiyê di demek kurt de di bidawî bibe û gelê me yê penaber bikarin careke din vegerin ser axa xwe. Ji ber hewaya gerim bi taybet hinek zarok nexweş ketin lê bi alîkariya saziyên tendurustiyê heta radeyekî pirsgirêkên wan yên dermankirinê kêm bûne." Hemereşîd destnîşan kir ku heta ev penaberan li vir bin cihê wan li ser çavê me ye û çi alîkarî ji destê me tê emê kêm nekin. Em hêvî dikin di rewşek asayî de vegerin şûnewarên xwe.
 
´Enfala duyem e´

Berpirsê kampanya alîkariyê Musa Elî jî derbarê penaberan de ev agahî dan: "Di serî de me ew li nexweşxaneyê bicih kirin. Lê ji ber zêdebûna hêjmara penaberan em neçar man hêjmara kampa zêdetir bikin. Dibe ku hêjmara malbatan gihiştibe 200 malbatan, lê ji ber ku di nav bajarên derûdor de belav bûne, agahiyên berbiçav di destê me de tineye. Gelê me li vir bi însiyatîfa xwe rê dane wan penaberan û li gel xwe bicih kirine. Em sipasiya hemû bijîşkan dikin ku di warê tendurustî de alîkar dan. Bi taybet Dr. Medya ku bi xwe hate vir û bi rojan li gel van penaberan ma û pirsgirêkên wan yên tendurustî heta astekî çareser kir."

´Pêdivî bi cihek baş heye´

Musa Elî anî ziman ku ew di nava hewildanan de ku cihek hîn baştir ji wan re veqetînin û wan li cihek baştir bicih bikin, bi taybet ji bo kesên ku li dibistanan bicih bûne, veguhezînin cihek paqijtir û baştir. Musa Elo ev bang kir: "Ez bang li hemû rêxistinên siyasî ên herêmî û navdeweletî dikim ku tawana  ku bi serê gelê me hatiye wek Jînosayd were naskirin. Ji ber ku ev tevkujî Helebca duyemîne, Enfala duyemîne. Nabe ku gelê kurd li hember jînosayada ku li hember gelê Şengalê pêk hatiye, bêdeng bimînin. Em hemû Şengalî ne, Şengal şerefa kurdan e."
 
‘Ne penaber mêhvanin´

Şaredarê Qeledizê Hîmîn Îbrahîm jî diyarkir ku ji roja destpêkê ve hemû hêzên xwe ji bo pêşvazîkirina penaberan serferber kirine. Îbrahîm wiha got: "Me wek şaredariya Qeladizê ji bo ku hertim ava paqij hebe, ketin nava hewildanan. Me xetên avê hîn zêdetir kir. Gelê Qeladizê ne wek penaber, wek mêvanekî ew pêşvazî kirin. Ew wek xwîşk û bira û xizmên xwe dizanin û wusa xwedî li wan derdikevin. Penabertî bi serê xwe karesateke ku mirovan di warê ruhî û manevî de bandor dike. Ji ber ku ji axa xwe dûr ketine û axa wan hatiye dagirkirin. Divê hikûmeta herêmê ji bo baş bicihkirina wan xwedî perojeyan be. Ji ber ku ew hertim nikarin li cihên wek dibistan û nexweşxaneyan de bimînin, pêwîste ji bo wan kamp bêne avakirin. Gelê Pişderê mêhvanperwerin. Ger em ji wan nexwazin jî hertim çavê wan li ser penaberan e û alîkariya wan dikin.

QELEDIZÊ