
EREM KANSOY/REQA
Şervanên YJŞ`ê 3´yê Tîrmehê gihiştin Reqayê ji bo ku d hemleya rizgarkirina bajêr Cenga Mezin de bi awayekî yekser cih bigirin. Armanca wan jî rizgarkirina jinên Êzîdî yên di destê DAIŞ´ê de ye. Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyekê heman rojê ev yek dabû zanîn.
Koma ji şervanên YJŞ´ê pê dihat piştî ku gihişt Reqayê û di nava hemleyê de cihê xwe girt, nûçegihanê me Erem Kansoy bi şervanên YJŞ´ê re peyivî. Şervanan got, ew bi dilê xwe di hemleyê de cih digirin, dixwazin jinên dîl rizgar bikin û tola jinên Şengalî hilînin.
Şervan kêfxweş in
Bêrîvan Şingal a ji Şengalê hest û kela canê we ya ji ber beşdariya Cenga Mezin wiha îfade dike: “Weke keçeke Êzîdî ez beşdarî hemleya Reqayê bûme. Bi rastî em nexasim jî ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên dîlgirtî li Reqayê û ji bo tolhildana wan beşdarî Cenga Mezin dibin; ev ji bo min hesteke pirr cuda ye. Beşdar bûme û ev şuûreke pirr cuda ye. Em ji bo rizgarkirina wan jinên dîlgirtî hatine Reqayê.”
Mîrkanê Şengalê: Werin berê xwe bidin şoreşê
Şervaneke din a ciwan jî Mîrkan Şengal e ku ligel beşsdariya xwe bangê li jinên cihanê jî dike: “Em wekî YJŞ niha hatine Reqayê da ku tola jinên Şengalê hildin. Di fermana 3´yê Tebaxa 2014´an de gelek keç û jinê Êzîdî ketin destê çeteyan. Em dixwazin niha bi hatina xwe ya Reqayê wan rizgar bikin, tola wan li erdê nehêlin û rakin. Bangewaziya me weke şervanên YJŞ´ê li jinên cihanê hemûyan ew e ku werin berê xwe bidin şoreşê, werin van keç û jinên di destê çeteyan de rizgar bikin.”
Em ê bi hev re tolê hilînin
Şervaneke Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya bi navê Sarya Amûdê jî bi şervanên YJŞ´ê re di heman bereyê de şer dike û hestên xwe yên li ser vê yekê wiha îfade dike: “Em pirr kêfxweş in ku şervanên YJŞ´ê hatine. Em serketinê ji wan re dixwazin. Hatine beşdarî hemleya Reqa bûne, ev hemleyeke giran e. Ew divê tola xwe ji DAIŞ´ê hilînin. Pirraniya jinên Şengalê anîn van milan û li bazaran firotin. Li Rojava em weke YPJ´ê dixwazin tola wan hilînin, YJŞ jî hatiye û em bi hev re vî şerî dimeşînin, ez serketinê ji wan re dixwazim.
NAVENDA NÛÇEYAN
Reqa dibe goristana DAIŞ’ê
Şervanên QSD’ê di nava Reqayê de her bi pêş ve diçin. Ji pêr ve 36 çete di şer de hatin kuştin û 3 wesayitên çeteyan ku yek jê mayinkirî bû, hatin rûxandin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 31´ê de ye. Ji pêr êvarê ve li gelek eniyan şerekî dijwar di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê de diqewime.
Li başûrê bajêr, li taxa Hîşam Ebdilmelik şer qewimî û şervanan 17 çete kuştin. Wesayiteke bombarkirî jî rûxandin. Di şer de 3 şervan şehîd bûn, 2 jî birînar bûn.
Li rojavayê bajêr jî li taxa Qadisiyê, çeteyan danê sibehê hewl da êriş bikin. Şervan bi vê yekê hesiyan, bersiv dan û êrîşa çeteyan şikandin.
Her wiha Li taxa Reqa ya kevn ku şervan beriya sê rojan derbasî navê bûn, bipêşveçûn dewam dike û şervanan mizgefta kevn dorpêç kirin û çete niha li wir hatine asêkirin.
Li taxa Berîd a li bakurê bajêr jî şer bi dijwarî diqewime. Li wir jî 19 çete hatin kuştin, du wesayitên çeteyan hatin rûxandin. Di vî şerî de şervanekî QSD’ê şehîd bû, 3 jî birîndar bûn.
REQA