Şengalê fermandarê xwe Zerdeşt Şengalî û 3 hevrêyên wî spartin axê û bi merasîma girseyî piştrast kir ku ew ê xeyal û meqsedên wan bi cih bîne.
Fermandariya YBŞ´ê ji bi daxuyaniyekê soza xurtkirina têkoşînê da û ji Iraqê û hêzên Koalîsyona li dijî DAIŞ´ê xwest helwêstê li dijî êrişên dewleta Tirk nîşan bidin.
Dewleta Tirk a dagirker û qirker pêr bi êrişeke bêbextane li Şengalê Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî, hevrêyên wî Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî şehîd kirin. YBŞ´ê bi daxuyaniyeke fermî êriş rûreş kir, berpirsiyariya dewleta Iraqê bi bîr xist ku YBŞ jî hêzeke wê ya parastinê ya fermî ye. YBŞ bang li xelkê Êzîdî jî kir da ku xwedî li têkoşîna fermandarê xwe yê şehîd û hevrêyên wî derkeve. Ji şehîdan, cenazeyê şervanê YBŞ’ê Hemîd Şengalî (Hemîd Xelîl Qasim) li ser daxwaza malbata wî şêva din hate veşartin. Cenazayên Zerdeşt Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî doh bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.
Dewleta Tirk a dagirker û qirker, pêr danê sibehî li gundê Digurê yê Cenazeyên 3 şervanên YBŞ’ê yên ku duh di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ji aliyê sedan kesî ve hatin oxirkirin.
Şengalê zarokên xwe spartin axê
Balafirên dewleta Tirk a dagirker duh êrîşî gundê Dugirê yê ser bi bajarokê Sinûnê yê ser bi Şengalê kir. Di vê êrişa bêbextane de fermandarê YBŞ´ê Zerdeşt Şengalî (Nezar Bapîr Mûrad) û şervanên YBŞ´ê Hemîd Şengalî (Hemîd Xelîl Qasim), Şervan Cilo (Eymen Bapîr Mûrad) û Êzdîn Şengalî (Elî Hisên Xidir) şehîd bûn. Şervanên YBŞê Hemîd Şengalî (Hemîd Xelîl Qasim) li ser daxwaza malbata wî şêva din li ser daxwaza malbata wî hatibû veşartin. Sê şervanên din Zerdeşt Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi merasîmekê hatin oxirkirin.
Fermandarê rojên giran
Cenazeyê her sê şehîdan doh ji nexweşxaneya Xanesorê hat wergirtin û ew birin Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan. Tevî bi sedan welatiyên Şengalê serokeşîr, rayedarên siyasî û leşkerî yên Şengalê jî beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bûn.
Merasîm ji bo şehîdên azadiyê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Ji fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr di merasîmê de ji Gelê Êzîdî û malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got; “Hevalê Zerdeşt fermandarekî rojên teng û giran bû. Pêşengê têkoşînê bû. Ji rizgarkirina Şengalê heta roja îro gelek ked ji bo Şengalê û civaka Êzîdî da. Hevalên din jî wisa bûn. Mîrateya ku wan û Mam Zekî Şengalî ji me re hiştiye, em ê heta dawiyê xwedî lê derkevin û li dijî êrişan gavê bi paş ve neavêjin.”
Feqîr bang li hêzên navneteweyî jî kir da ku li hemberî van êrişan bêdeng nemînin: “Yên ku êrişî Şengalê dikin, wê negihêjin armanca xwe. Em weke zarokên Şengalê yên ku 74 Ferman hatine serê wan, têkoşîna xwe dewam dikin.”
Bavê Zerdeşt Şengalî, Bapîr Mûrad jî di merasîmê de got, kûrê wî şehîdê civaka Êzîdî ye û ew ê li ser şopa şehîdan bimeşin, têkoşîna wan bidomînin.
Piştî axaftinan cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tilîliyan hatin definkirin.
YBŞ: Em ê armancên wan bi cih bînin
Fermandariya Giştî YBŞ’ê piştî êrişê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li hember gundê Digurê yê nahiyeya Sînunê ya ser bi Şengalê de hevrêyên wan Zerdeşt Şengalî, Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî şehîd bûne.
Fermandaiyê got, “Lazim e dewleta Iraqê xwe li hemberî van êrişan berpirsiyar bibîne. Dewleta Iraqê jî û her kes jî dizane YBŞ li Iraqê hêzeke fermî ye. Rûxmê vê jî ji ber ku dewleta Iraqê dihêle, ev pênc car in dewleta Tirk êrişî me û gelê me dike. Lazim e dewleta Iraqê rê nede van êrişan û bêdeng nemîne. Em heman tiştî ji bo hêzên koalîsyonê jî dibêjin, lazim e koalîsyon jî xwe berpirsiyar bibîne.”
Di dawiyê de YBŞ´ê got, ew ê ji bo brina serî ya meqsedên şehîdan têkoşînê dewam bike: “Ji bo van çar şehîdên xwe em ê bi bîryardarî û cesaret her tim xurt tevbigerin, ji bo bîranîna wan kar û xebatê bikin. Hedefên ku van qehremanên mezin dixwestin pêk bînin, em ê xwe bigihînin wan hedefan.
Em di serî de ji malbatên xwe û hemû gele xwe re sersaxiyê dixwazin. Soza mezinkirina têkoşîna rêhevalên xwe jî careke din didin.”
ŞENGAL
Dixwazin qirkirinê bibin serî
Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) êrişa pêr a dewleta Tirk li dijî Şengalê şermezar kir û banga nîşandan helwestê ji hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê kir. Wê wekî din bang li her kesî kir da ku bi yekdengî li dijî êrişê bibin xwedî helwêst. Tevgera Azadî, êriş weke hewldana temamkirina êrişên DAIŞ’ê yên ji bo qirkirinê bi nav kir.
Di dawiyê de Tevgerê got, “Di kesayetiya Zerdeşt Şengalî de em sersaxiyê ji gelê xwe, tevahiya azadîxwaz û malbatên şehîdan re dixwazin. Sozê didin ku şopdarê riya Mam Zekî, Şehîd Zerdeşt û tevahiya şehîdên riya azadiya Kurdistanê û mirovahiyê bin.”