Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê daketin qada Jina Azad a bajarê Kobanê û êrîşên çeteyên PDK`ê yên li ser Şengalê şermezar kirin. Hevserokê Meclîsa Rêveber Enwer Mislim û herdu cîgirên wî Xalid Berkel û Bêrîvan Hesen, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Kobanê Ayşe Efendî, Hevserokê Mala Gel a bajaroka Sirînê Henan El-Midhî, Endamên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û hejmarek serokên desteyên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê jî di nav de bi sedan welatiyên kantona Kobanê bi durişmeya ʺŞengal ne bi tenê yeʺ tevlî meşa ku ji aliyê TEV-DEMʹê ve hatiye lidarxistin bûn. Meşvanan êrîşên çeteyên PDK`ê yên li dijî şêniyên Şengalê şermezar kirin. Meşvanan pankartên bi nivîsên ʺBimire îxanet, Bijî berxwedana Şengalêʺ vekiribûn. Xwepêşandanê ji qada Jina Azad destpê kir û niha ber bi qada Berxwedanê ya li navîna bajarê Kobanê ket rê.


 KOBANÊ