Mala Êzîdiyan a li Çiyayê Şengalê, ku ji lîderên gelek eşîran pêk tê, nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkayên PDK’ê yên dema dawî, da. Berpirsyarê Mala Êzîdiyan Pîro Qero axivî û destnîşan kir, ku ew ê xiyaneta li wan hatiye kirin, jibîr nekin. Qero got, “Yên ku dijminatiyê û xiyanet li me kirine diyar e. Niha careke din dixwazin destê xwe dirêjî civaka me ya Êzîdî bikin. Em wan hişyar dikin; destê xwe vekişînin. Ey PDK! Bêyî tu li du xwe binêre, tu reviya û çû. Te gel li vê derê bi tenê hişt. Bi zanebûn te gel jî hişyar nekir. Te gel birêxistin nekir. Te çek neda gel. Zêdeyî 17 hezar dayikên me, keçên me û zarokên me di nava lepên dijmin de hişt û tu reviya.”
‘Êzîdî neyê lîstikên erzan’
Qero diyar kir ku PDK’ê xiyanet kiriye û destnîşan kir, ku tu kes wê vê xiyanetê ji bîr neke. Qero got, “PDK’ê niha radibe dibêje ‘Ez ê Şengalê azad bikim’. Ev yek bê wate ye. Em weke Mala Êzîdiyan û canfedayên civaka Êzîdî vê yekê qebûl nakin û em ê careke din nekevin nava xefikên we.”
Qero ban li civaka Êzîdî kir û got: “Bila civaka me ya Êzîdî neyê van lîstikên erzan. Bila destûrê nede ku hin kes rabe li ser civaka Êzîdiyan bazariyê bikin. Destê xwe ji Şengalê vekişînin.”
‘Em alîkariya PKK jibîr nekin‘
Piştî daxuyaniyê endamên Mala Êzîdiyan ji nûçegîhanê ANF’ê re axivîn û destnîşan kir ku civaka Êzîdî wê tu caran şehîdên PKK’ê û alîkariya wê jibîr neke. Êzîdiyan diyar kirin ku Şengal warê Egîdan e, çavkaniya jiyana civakaÊzîdiyan e, Êzîdî wê mirovên xiyanet li wan kirine û ew firotine jibîr nekin û anîn ziman ku Şengal ne malê Barzanî û PDK’ê ye.
‘Em ji bilî gerîla tu hêzê naxwazin’
Meclîsa Damezrêner a Êzîdiyên Şengalê ji di çarçoveya helwestnîşandana li hemberî daxuyaniyên PDK’ê yên li dijî welatiyên Şengalê, koçberên Şengalê yên di kampa Newroz de bi cih bûne çalakiyeke protestoyî li Qada Şehîd Cemal lidar xistin. Di çalakiyên de li ser navê Meclîsa Damezrêner a Êzîdiyên Şengalê daxuyaniyek hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku daxuyaniyên PDK’ê yên dibêjin ‘bila Hêzên Parastina Gel (HPG) ji herêma Şengalê derkevin’ bi tundî şermezar kirin. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi saya gerîlayên HPG’ê bi hevkariya hêzên YPG’ê û YPJ’ê bi hezaran welatiyên sivîl ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û wiha hate domandin: “Kesên ku banga derketina HPG’ê ji Şengalê dikin ên wekî Qasim Şeşo û Mehmê Xelîl Îbrahîm amûrên erzan di destên PDK’ê de ne. Wan di qonaxê de dest ji rola xwe ya olî, netewî û exlaqî berdane.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû welatiyên Êzîdî hate kirin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û Rêveberiya xwe ya xweser biçespînin. Çalakî bi durişmeyên dilsoziya bi ‘şehîdan’ re û silavkirina gerîlayên HPG’ê û Hêzên Hevbeş ên Şengalê bidawî bû.
ŞENGAL/HESEKÊ