Operasyona hevpar a hêzên YBŞ/YJŞ´ê, artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ku li gundê Golatê yê ser bi Şengalê serê sibehê dest pê kir, berfireh bû.
Operasyon piştî nîvrojê li herêmên Şexmendan, Solax û Piren Ewran hate berfirehkirin.
Operasyona ku ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê pêk tê, bi biryardarî didome.
Hat diyarkirin ku ev operasyon dewama operasyonên 11 û 26’ê Tîrmehê yên hevbeş e. Ew operasyon jî li dijî hucreyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê hatibûn meşandin.
Di 11’ê Tîrmehê de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û artêşa Iraqê li herêma navbera Selehedîn, Enbar û Mûsilê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê operasyonek dabû destpêkirin û di encamê de gelek çete hatibûn kuştin. Piştî ku di 24’ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ’ê 2 Êzîdî ên bi navê Hûsên Etêş û Hecî Hesen qetil kirin; hêzên YBŞ-YJŞ´ê, Artêşa Iraq, Heşdî Şabî û hinek hêzên din yên herêmî, di heman rojê de li herêma gûndê Golat dest bi oparasyoneke nû kiribû. Di encama operasyonê de 2 çete hatibûn kûştin.
25’ê mehê jî, hêzên YBŞ-YJŞ’ê weke berdewamiya operasyonê, li herêmên gûnden Neînê, Golat û Xana Şahwaniyê operasyon meşandibû.
Di encama operasyonê de stargeheke çeteyên DAIŞ’ê hatibû dîtin ku gelek çek û cebilxane tê de bûn.
ROJNEWS/ŞENGAL