Lê pê re divê yên mîna sîxûr, tirsinok, teslîmkar û xwe firotî neyên eşkere kirin wê tiştên divê werin kirin pir zehmet be. Weke mînak; Meleyek radibe dibêjê: “Yên dibêjin em êzîdine çima musilman nabin yên musilman nebin ji wan re dibêjim “Île ceheneme we biîsel mesîr “ bi wataye bila biçin dojeh û çarenûsa herî xerab” ev mele li ser Ekrana Rûdaw van gotinan dike. Nûçegehanê wan li ber çeteyên DAÎŞê digere ku daxûyanî bide wan. Şev û roj bi berovajî kirina rastiyan hesabên rating diken û dixwazin herî zêde temaşavan û xwendevanên wan zêde bibin bi kîjan rêbazan dibe bila bibe.
Şengal tenê bi qederê xwe re nihat terk kirin lê tiştên ji alî hêzeke bi xwe ne bawer û bê perwerde tê dîtin hin hesabên hûndûrîn radixe ber çavan. Li ser pireke navberê DAÎŞê û Pêşmerge ba tê û ala reş a vê grûpa çete difirê alî pêşmerge, pêşmergeyek radibê bêyî kû bifikire al digire, dide destê çeteyan. Çeteyê DAÎŞê tenê bi vê têr nabîne ku al dixwaze, lê li ser pêşmerge qîr dike û dibêjê darika alê li kû derê ye? Li Remazanê da di navberê wan de çend metroyek heye bi hevre diyalogê dikin û Pêşmerge ji DAÎŞiyan dipirsê “ birayê min tû rojiye? “.Ev çî ye û çima wisa dibe?. Kurd ji kengê ve derfetê jiyanê bi çeteyan re dîtiye? Ev tolerans e an cehalet e. Vala negotine “ masî ji serê ve genî dibe “ . Ev xwe û dijminê xwe nasnekirin e.
A herî zêde mirov matmayî dike serokê Hikûmetê 2 heftyan dibe bêdeng e, kes nizane çima? Ti daxûyaniyek jî nade, hema hema mîna Tirkiyê bêdengiya xwe diparêzin. Ne ji tirsê Gelê Kurd be wê bigotina DAÎŞ ne teroriste weke kû Ahmet Davudoglû digot. Yê tê zanîn ewe li metrepolên Tirkiye kampên Penaberî hazirkirine ji bo koçberên Şengalê, Yên ji xwe re dibêjin meclisa ruhanî beşek ji wan kû ti têkêliya wan bi rihê Şengalê û gelê êzidî nemaye li ber Hikûmetê digeren wan derxin derveyê welêt. Ev bi xwe têr rewşa heyî ronî dikin kû çima wisa bi serê Şengalê anîn?.
Van hêzan niha bêdengin ji ber kû berxwedana Gel û hêzên parastina Gel hesabên şaş û tewş serûbin kirin, ji ber kû qaşo DAÎŞê bi rêya Tirkiye û Haşimî ji Hikûmeta herêmê re soz dabû kû wê xwe nêzî Hewlêrê nekin lê kirin. Lewma DAÎŞê mîna beqê ser avê xwe pif kir û henek jî xwe li Tirkiye rakişand. Rejima Esed çavê xwe li van hêzan li Reqa girtiye ji ber kû vê gavê li hesabên wan tê û êrişên ser Rojava diken . Van hesaban tevahî jî li ser jinê ye, her kes radibe li ser “şeref û namûsê” diaxife, jin şeref û namûsê dibînin, van bûyeran nîşan da kû çi qasî mêran hebûnên pifkirin e û dema talûke were ser civakê dikarin her tişt berden û qet li paşê xwe jî nenêrin lê dikarin ser jinê mîna şûrê Demoqlî bin. şik û guman nîne yên li ber dîmenên koçberên Şengalê negirîn û şok nebin ne mirovin lê êdî vê tiştê derdê me derman nake, girîn jî li ser qaşo “şeref û namûs” bê kêrin. Her tişt bi derbekî re çû dîrok, ax, çand û hebûn, lê tenê jin tê bîra wan, Şeref û namûsê rast axê, mirov û parastina jiyan û hebûn, dîrok û civakê ye. Bersiva herî rast jî şeş keçên Êzîdî dan dema ji kampên penaberê biryara Berxwedan û vegera axa pîroz dan û ji her kesekî re gotin “Şeref û Namûs” çî ye.
Şengal û hesabên cuda
2 hefte ser komkujiya Şengalê re derbas bû, wer xûya dike ku em hîn di destpêkê de ne. Tiştên qewimîne tenê yên bi çav tên dîtin, yên nayên dîtin çend qat zêdetirin. Êşên Şengalê deh caran ji ya Helebce û Enfalê mezintirin. Di asta Şengalê da sê tişt hene me naçar diken ku em mirovbûna xwe ber çavan re derbaz bikin. Yek: Em çewa hesabê Şengalê û dûbare nebûna wê biden? Dûyemîn: em çewa Şengalê û deverên din biparêzin û Sêyemîn: em çewa her kes bixin nava vê berxwedanê?.