Şengal û têkiliya di navbera Layard û May de

  • Edward Seîd ji qalibê oryantalîzma Anglo-Sakson awirê wêjekerên Elman derdixe. Xewneke xweş a Edward Seîd e. Lê Karl May ne tenê bi romana xwe ya li ser Kurdistanê, bi temamê kuliyata xwe ya pexşanê, bi awirên oryantalîst li Çermsoran jî, li Kurdan jî nihêriye. 
Şengal, 1950, Wilfred Thesiger

LUQMAN GULDIVÊ

 

Elî Beg got, “Ev lodekî ji bo qurbên e”. 
Min pirsî, “çi wê were qurbankirin?” – “Ez nizanim.” – “Dibe ku heywanek be?” –“Tenê kafir heywanan dişewitînin”. – “Naxwe, dibe ku mêwe bin?” – “Êzîdî ne heywanan, ne jî mêwe dişewitînin. Pîr ji min re negot, ka ew ê çi bişewitîne, lê ew mirovekî xas e, û ya ku bike wê rast be.”*

Ev gotinên li jor ji romana "Di Kurdistana Asê re" ya Karl May hatine wergirtin. Werger a min e û di rûpelên vê hejmara me de wê qismekî dirêjtir jî ji vî wergerê hebe. Li vir Karl May behsa haziriyên şahiyeke li Lalişê dike. Lê em dizanin ku ew bi xwe ti carî neçûye Kurdistanê. Yanî agahiyên xwe ji deverekê girtine. Ya rastî oryantalîzma wî ewqasî xurt û ji dil e, ji mirov we ye, ew çûye Lalişê û Şengalê jî. Ne lazim bû zêde xwe bi westînim ji bo ku tê bigihim ku wî agahiyên xwe ji kitêbên Layard girtine**.  Layard di salên 1840´î de li Mûsilê kolanên arkeolojîk dike. Gava ku nexweş dikeve ji bo ku jê re gotine hewaya çiyayan li Kurdistanê wê jê re baş be, berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Ew çavdêriyên xwe yên qirkirina Asûrî-Suryaniyan (muhtemel e ku ya Tiyariyan be; Layard 1849: 147-239) û çûna xwe ya Laliş û Şengalê jî kite bi kite nivîsandine (Layard 1849: 270-309).

Bedewiya Huseyin Begê

"Bi refaqeta Xoce Toma -  wergerê cîgirê konsolos - û qewal yan jî rahib, ez ji Mosulê veqetiyam. Li ser rêya xwe me gelek Êzîdî dîtin, ew jî weke me li ser rêya pîrozbahiyê bûn. Li devereke şên a nêzî Xorsabadê me şeva xwe bihurand û sibeha dinê hîna zû em gihiştin Baedrê. Ev gund, mekanê mezinê Êzîdiyan ê ruhanî Şêx Nasir û yê siyasî Huseyn Begê ye. Li quntara rêzegirekî hatiye avakirin. Di serdana xwe ya beriya niha a ber bi welatê Keldaniyan ve ez tê re bihurî bûm. Qederê 8 kîlometroyan li bakurê Eyn Sifnî ye. Nêzî gund ez rasta Huseyn Begê, tevî rahib [ji endamên kastên jor ên dînî re dibêje] û malmezinan hatim, hemû jî peya bûn. Mezinê wan texmînî 18 salî bû, û yek ji mêrên ciwan ên herî xweşik bû ku min di emrê xwe de dîtibû. Rûdêna wî nazenîn û bi rêkûpêk bû, çavên wî dibiriqîn, û ji binê kolosa wî be xelekên ripîreş xwe berdidan." 

Ev terîfa Layard a romantîk û oryantalîst, di qismê kitêba wî ya li ser Êzdiyan de hîç naguhere. Eynî çawa Edward Seîd weke qalib behsa wî bike, wisa ew ber dest e. Lê wa ye bi rengekî ku ji qalibê Edward Seîd derkeve, Karl May jî wekî Layard û heta jê bêhtir bi awireke oryantalîst li Kurdistanê, lê nexasim jî li Êzîdiyan dinihêre.
Edward Seîd ji qalibê oryantalîzma Anglo-Sakson awirê wêjekerên Elman derdixe, û heta bi terîfkirina "West-östlicher Divan" a Goethe pesnê wê dide ji ber ku xwe nasipêre emperyalîzmê yan jî têkiliyên kolonyalîst***. Xewneke xweş a Edward Seîd e. Lê Karl May ne tenê bi romana xwe ya li ser Kurdistanê, bi temamê kuliyata xwe ya pexşanê, heger hebûya, li gorî kitêba oryantalîzmê, nivîsiye, bi awirên oryantalîst li Çermsoran jî, li Kurdan jî û li Hidistaniyan jî nihêriye. 

Ewrûpiyê sedema bextxweşiyê

Dîsa jî ev agahî ji bo me muhim in. Em bi awirên xerîbekî û dûrî dubendî û pirrbendiyên mehelî, dikarin terîfeke -oryantalîst jî be- alternatîf bibînin. Ew diçe Lalişê jî. Û ew behsa adet û pîrozbahiyên Êzîdiyan li Lalişê jî dike. Jixwe, ew qismê min ev gotar li jor pê da destpêkirin a romana Karl May jî "îlhama" xwe ji Layard girtiye. Karl May di kitêba xwe de merasîmeke veşartina rûspiyekî jî kite bi kite dinivîse, xeyaleke ku bêyî xwendina gerokên Ewrûpî li Kurdistanê, wê ne mumkin bûya. 

Heger em li bibîranînên Layard vegerin, em ê bibînin ku ew çûye Şengalê jî. Lê beriya biçe Şengalê ew navê hejîrên Şengalê hildide. Gava li ser rêya Lalişê ye, li Baedrê dibe mêvan. Hingê ji Huseyin Begê re zarokek çêdibe, ew dixwazin Layard nav li zarokê bike,ji ber ku bi ya wan, Layard bi serdana xwe bextê wan xweş kiriye. Dayika zarok jî ji bo malavahiya wî bike, dixwaze wî bibîne. ew hingê wisa dinivîse:
"Li wir [aliyê malê] min dayik û jina duyê ya mezin [-ê Êzîdiyan] dît, lewma wî du jin anîbûn. Ji min re gotin, wê xanima ku xweşî û şahî anî nav malê ji mêrê xwe bêhtir şikir dike ji sebeba bextxweşiya xwe re, şikirdariya wê bêsînor bûye. Wan ji min re hingiv û benên hejîrên hişkkirî yên Şengalê anîn û çîrokên malbata xwe ji min re gotin, heta ku ez fikirîm êdî wext e divê ez vegerim aliyê odê."

Dilsoziya Êzîdiyan bi baweriya wan

Ew ne tenê bi hejîrên Şengalê behsa Şengalê dike. Ew behsa fermanên bi destê Mehmed Reşîd û Hafiz Paşa jî dike. Bi ya wî, ji ber zilma li wan dibû, Êzîdiyan jî ji bo tola xwe hilînin, karwan şelandine û li Misilmanan nehatine rehmê. Di dewamê de ew dibêje, "Lê wan zilm li Xirîstiyanan dikir; lewma Êzîdiyan di warê dînî de ew weke birayên xwe yên heman zilm li wan dibe, didîtin. Lê ev kirinên tolhildanê ji bo Mehmet Reşîd û Hafiz Paşa bûn hincêt da ku bi Şengalê de bigirin, û ji komkujiyên mezin û vir ve serî bi temamî li Êzîdiyan tewandin, [Êzîdî êdî] xwe li vê bextreşiya xwe bi sebr û semax radigirin." 

Ew heyraniya xwe ya beramberî dilsoziya bi dînê wan re venaşêre û dişibîne ya Cihuyan: "Dilsoziya wan a bi baweriya wan re di warê ecêbê de ne kêmî ya Cihûyan e, û bi ti awayî nikarim bînim bîra xwe ku yekî mezin dev ji dilsoziya bi baweriya xwe berdabe. Ew her kêlî tercîh dikin ku bimirin û bi xwegiriyeke herî mezin xwe didin ber [eziyet]a li wan tê kirin."

Li vir agahiyek heye ku gelekî balkêş e. Zarok di fermanan de êsîrkirî jî zû bi zû dev ji baweriya xwe bernedane: "Heta bi zarokên di emrên nazenînî de jî yên ku li haremên Tirkan hatibûn mezinkirin, û qaşo qulibîbûn Îslamê, pirraniya caran fikrên xas ên baweriya xwe [Layard li vir peyva terîqetê bi kar aniye] bi dizî parastine û têkiliya xwe ya bi pîr û şêxên xwe re dewam kirine."

Cilûberg û şêla Şengaliyan 

Ew Şengaliyan ji Êzîdiyên Şêxanê cihê dibîne û vê di nivîsa xwe de jî gelek caran nîşan dide. Çawa ku gava ji nava xelkê li Lalişê beşdarî merasîmên Çarşema Serê Nîsanê dibe, ji nava xelkê ji ber cil û berg û şêla wî yekî Şengalî nas dike: "Min berê ti carî sehneyeke ev qasî mîna wêneyan, û evqasî şên nedîtibû. Rêzên dirêj ên heciyan xwe ji rêya herdu aliyên wê dar ve berdidan jêr. Li wir mirov ew xelkê ji Şengalê yê esmerekî bi reşe ve tevî xelekên porê wî yên dirêj, çavên wî yên bi awirên xwe mirov qulêrî dikirin û rûdêna wî ya bi rêkûpêk, xeftanê wî yê spî li ba diket, tivinga wî ya bi dagirtina barûdê li ser milê wî bû."

Axir gava ew diçe Şengalê dîsa di ser Baedrê û Eyn Sifnî re diçe. Şêx Nasr gava xatirê xwe jê dixwaze, nivîsekê, weke peyam dide Layardî: "Beriya Şêx Nasr min bi oxir bike, wî nameyek da min ya ku sekreterê wî ji bo xelkê Şengalê nivîsandibû. Min jê re gotibû, ez dixwazim bi refaqeta Paşa biçim serdana deverê. Û wî soz da min ku ew Qewalekî bi min re bişîne deverê û bike ku li gundan ez bi awayê herî dostane bêm hewandin." 

Mîrkanî baweriyê bi dijminên xwe naînin

Çûna xwe ya Şengalê gava ew terîf dike, behsa zilma Muhemed Paşa jî dike: "Çiyayê Şengalê qederê pêncî kîlometroyan dûrî Til Eferê ye. Bi rêzeke gelekî nizm a xwe ji kerên wê yên li başûr ber dide û xwe digihîne baniyên li pişta bajêr. Paşa bi eskerên xwe re di deştê re rê kudand. Dîtira rojê em gihiştin Mîrkanê, yek ji deverên şên ên sereke yên Êzîdiyên Şengalê. Gava Muhemed Paşa çûbû çiyê, zilmeke mezin li xelkê vî gundî hatibû kirin, û wî gelek jî dabûn bidarvekirin. Ew ditirsiyan em jî eynî miameleyê bi wan re bikin. Tirs û fikara wan me nekarî bi sozê nerm bikin, û biryara xwe ragihandin me ku ew biryardar in heta dawiyê gundê xwe biparêzin. Paşa efserekî xwe û çend eskerên başibozuk şandin jor da ku dilê wan rehet bike û bike ku ew îtaet bikin. Ez jî bi efser re çûm. Lê gava em ketin gund, guleyên tivingan li me bariyan. Du siwarên ku tesadufî - yan jî bi min wa hat, bi awayekî gelekî bêedeb - dan pêşiya efser û min, li pêş lezandin, kuştî ketin ber lingên me, û gelek ji yekîneya me birîndar bûn. Paşa bi hêrsa xwe ya rabûyî beramberî vê êrişa bêyî hişyarkirinê û wêrekiyeke şerûd, ferman da Hîtayan û eskerên Ereb ên başibozuk da ku êrişê bikin; wan jî ji mêj ve dilê xwe dibijand talankirinê, û hema bi ser gund de girt. Lê belê Êzîdiyan gund terikandibû jî, wan xwe avêtibû bextê derbendeke teng, lê gelek şikeft hebûn û latên bi tena serê xwe hebûn."

Şengala xaniyên xweşkok

Ew ji vê artêşa talanker vediqete û berê xwe dide gundên din ên Şengalê jî. Li ser gundên Şengalê û avakirina wan çavdêriyên wî balkêş in: "Hemû gundên Şengalê li gorî planekê hatine avakirin. Xanî li quntarên giran ber bi jor ve hildibin û li dora wan teras hene. Li wan darên zeytûnan û hejîran hatine çandin; li hin gundan jî carinan rez hene. Serbanê xaniyan rast e û pirr paqij û xweşkok in; pirraniya caran pirr ode di xaniyekî de hene. Di dîwaran de gelek qul û qewêr hene yên ku hin ji wan hatine xemilandin, hin ji wan jî ji bo bicihkirina qir û qafên navmalê û malên din yên xwediyê malê tên bikaranîn. Ew dikin ku ode gelekî taybet û orîjînal xuya bike, û ew întîbaya ecêb gelekî tê xurtkirin bi gelek rengê reş û sor ê ku xelk gund ji bo xemilandinê li ser dîwarên sipî dixin." 

Nameyên Moltke û Keleha Seîd Begê

Beriya Layard jî Ewrûpî çûne Êzîdxan, Laliş û Şengalê. Lê herçî bi Elmanî ye, nivîsên herî balkêş wê yên Helmut von Moltke bin. Ev efserê Prûsyayê gava ku Bedirxan Begê û Artêşa Osmanî bi ser Keleha Seîd Begê de digirin, bi wan re ye û şêwirmendiya wan a stratejî û taktîkên eskerî dike. Em li vir behsa Lalişê û Şengalê nekin jî, nivîsên wî efserê Elman agahiyên kite bi kite yên şerê li dijî Êzîdiyên Ridwanê dane ku nabe em berê xwe nedinê.  Gava dor li Kelaha Seîd Begê li Ridwanê tê girtin, Moltke di nameya xwe ya roja 12´ê Gulana 1838´an de dinivîse ku Seîd Begê tê konê Paşayê Osmanî û lave lavê jî jê nake: "Seîd Beg nehat ku lave lavê bike, jixwe yên ku li yên şikestî kes nayê rehmê, wî dostanî pêşniyaz kir weke yekî ku dijmînahî hîna jê were. Beg di navbera Paşa û min de rûnişt, qelûn anîn û qehwe gerandin, û galegal û şitexalî jî bi Kurdî hat kirin, weke ku mirov xwe hefza xwe ji şaşfêmkirinekê bike."
Moltke eşkere Mîrekî ku hêviya mîrekî ji xwe dike li cem xwe rûniştî dibîne. Bi ya wî sedema axaftina bi Kurdî jî ew e ku ji Mîr yanî Seîd Begê şaş neyê fêmkirin. Ew jî gava behsa dirûvê Seîd Begê dike wî weke lihevhatî û xweşik dipesinîne: "Seîd zilamekî dirêj û xweşik e yê ku rûdêneke wî gelekî îfadeker heye. Çavên nazik û piçûk li civatê digeriyan, lê rûyî wî bi temamî aram bû."

Di nameya dîtira rojê de Helmut von Moltke ji hevjîna xwe re dinivîse ku bi xêra agahiyên ew ji Seîd Beg bi xwe hîn bûne, karîbûne derbên rast li kelehê bixin, cihên qels ên kelehê bidin erdê û ava vexwarinê ya kelehê bikin ku neyê vexwarin. Keleh wê rojê dikeve destê Osmaniyan. Miameleya beramberî Kurdan, yanî zilamên Bedirxan Begê yên bi Osmaniyan re jî mirov di heman nameyê de fêr dibe. Gava ku ew dixwaze yek ji birîndaran bê dermankirin, weke ku tiştekî kelevajî gotibe, lê dinihêrin. Yanî li gorî zilamên artêşa Osmanî, birîndarên Kurd ne yên dermankirinê ne. Axir ew dibêje, di sefereke bi 3 hezar eskeran de şandine tenê berberekî weke xizmetkarê sihetê, ji ehmeqiyê û wê de ye. Balkêş e ku ew Seîd Begê jî her weke Kurd dide nasîn, û êrişên paşê li Xerza li dijî Kurdan dewam dikin jî ew di heman çarçoveyê de dinirxîne û ti cihêtî ji bo wî di navbera Êzîdî yan jî Kurdên serhildêr de nîne. Em ê wergera nameyên Moltke yên piştî xistina keleha Seîd Begê ya li Ridwanê di vê hejmara xwe ya PolîtîkArtê de bidin. Li wir jî tenê navê Kurd tê hildan.      

Li şûna encamê

Ev efserê Prûsyayî ku li Kurdistanê hingê xelkê jê re freng gotiye, nameyan ji hevjîna xwe re dinivîse û nîzama artêşa Osmanî eşkere paşvemayî û piçûk dibîne. Belkî ji bo wî kesê ku paşê wê bibe serfermandarê yekê yê Împaratoriya Bismarck ev asayî jî be. Awira wî ya romantîzekirina Kurdan jî di nava gotinên wî de xwe dide der. Çawa em ji terîfa şêla Seîd Begê û terîfkirina gundan de jî dibînin.

Bê guman nameyên ku wî di dema vê êrişê de nivîsîbûn jî tesîr li Karl May kirine di nivîsandina romana Durch Wilde Kurdistan de. Axir bi vê awira besît a li nivîsa Layard a li ser Şengal û Lalişê, em dikarin bibînin ku oryantalîzma xav a Ingilîz bê guman tesîra xwe li nivîskarên Elman jî kiriye. Û ji oryantalîzmê şûştina wan, bi argumanên Edward Seîd jî heger ne şaşiyeke mezin jî be, wê kêmasiyeke mezin be.    

* May, Karl. Durch Wilde Kurdistan, Bamberg 1962 (çapa yekê 1892)
** Layard, Austen Henry. Nineveh and its Remains, Bd. 1 & 2, London 1849
*** Edward, Said, Orientalism, New York 1979, rûp. 19-21.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.