Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re û beriya ku sermaya zêde destpê bike, Kurdên Êzîdî yên Şengalê dest bi amadekariyên pêşwazîkirina zivistanê kirin. Êzidî  bi bilok û kerpîçan ji boyî xwe malan ava dikin û israr dikin ku axa xwe bernedin.

Derbarê mijarê de welatiyê bi navê Zêdo Hesen axivî û bal kişand ser jiyana wan li kampê û alîkariya Tevgera Demokratîk a Êzidiyan (TEV-DA).

Zêdo destnîşan kir ku TEV-DA erzaqan dide wan, kon ji wan re anîne û got: “Lê va ye zivistan hat, êdî li konan debar nabe. Divê em xwe û zarokên xwe ji zivistanê biparêzin. Ji ber vê jî em ê malan li ser vê axê ava bikin. Em naxwazin dest ji vir berdin, TEV-DA texsîr nake û hertim alîkariyê pêşkêş dike. Kesê ku bixwaze jêre malekê li bajarê Sinûnê yan jî li Xanasorê peyda dike. Ev herdu bajar ji aliyê gerîlayên HPG’ê û şervanên YBŞ’ê ve hatin rizgarkirin.”

Zêdo Hesen diyar kir ku kesên nexwazin jî dikarin bi blok û kerpîçan malan li vir ava bikin. Hesen hêviya xwe bi rizgarkirina Şengalê anî ziman û ji bo ku vegere mala xwe dil bi şewat bû.

Welatiya Êzidî Zehra Qasim jî bal kişand ser wê yekê ku li çiyayê Şengalê zivistan tê û bi xwe re berf, baran û sermayê tîne. Zehra Qamim wekî çareserî avakirina malan ji koçberên Êzidî re pêşniyaz kir û xwest ku gund û bajarên wan di demek nêz de ji çeteyên hov werin rizgarkirin da ku vegerin mala xwe.

Girêdayî heman mijarê endamê TEV-DA’yê Biro Şengalî diyar kir ku gelek pêwîstî hene, lê dîsan jî çi ji destê wan tê didin û texsîr nakin.

Biro Şengalî bal kişand ser piştevaniya gelê Rojavayê Kurdistanê ji wan re û wiha peyivî: “Rojavayê Kurdistanê alîkariya me dike. Li vir hejmara koçberan zêde ye, nêzî 2 hezar û 500 malbat in. Rojane jî welatiyên Êzidî bi tabyet ên li Başûrê Kurdistanê vedigerin Şengalê (Çiya).”

Şengalî bal kişand ser pêdiviyên zivistanê bi kon, mazot û sobeyan û ji bo peydakirina van jî ji her kesî xwest ku destê alîkariyê dirêjî gelê Êzîdî bikin.


RÊBER ŞINGALÎ/ANHA/ŞENGAL