
Civaka Êzîdî bi avabûna saziya çand û huner re her diçe xebatên xwe berfireh dike. Bi avakirina komîteya çand û huner li Şengalê, heta niha 200 zarok hatine perwerdekirin. Herî dawî li bajarokê Borîk ê Şengalê dewreyeke perwerdê ya saziyê bi dawî bû. Di vê perwerdeyê de Merwan Malo weke yê herî serketî hat diyarkirin û komîteya çand û huner tembûrek xelat da wî. Wî jî got, ew amade ye tiştên fêr bûye fêrî ciwanên din bike.
Civaka Êzîdî li Şengalê ku bi fermana 3’ê Tebaxa 2014’an re rû bi rû hatin hiştin, piştî rizgarbûna Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê, êdî di her warî de xwe bi rêxistin dike. Yek ji astên ku herî berbiçav jî avakirina saziya komîteya çand û huner e. Ev komîteya çand û huner di bin sîwana Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de kar û xebatên xwe yên perwerdekirinê dimeşîne.
Li Şengal kulîlkên komên çandê
Der barê kar û xebatên Komîteya Çand û Hunerê de, endamê komîteyê, Hiso Birahîm dibêje; “Li navenda me komên govend, şano û stranan hene. Komên me bi pirranî navên xwe ji şehîdên Êzîdxanê yên di şerê dijî DAIŞ’ê de şehîd bûyî, digire. Koma Şehîd Bêrîvan, Koma Tîrêjên Êzîdxanê, Koma Şehîd Amed, Koma Çiyayê Şengalê ya zarokan, Koma Şehîd Sûfiyan, Koma Şehîd Nazê, Koma Şehîd Şengal, Koma Şehîd Nûjiyan, Koma Fermanê, Koma Heval û Koma Êzda ku eva dawiyê jî ya jinê ye.”

Koma Çiyayê Şengalî rêwiyê Rojava ye
Hiso Birahîm wekî din îşaret dike bi çalakiyên komên wan li derveyî Şengalê jî û dibêje; “Di nava van koman de Koma Çiyayê Şengalê wê di 23’ê Kanûnê de tevlî festîvala mûzikî ya li Rojava bibe. Dîsan Koma Şehîd Şengal a zarokan di Tebaxê de tevlî Mihrîcana Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê bû.”
Perwerde bingeha xebatê ye
Hiso Birahîm girîngiya xebatên perwerdeyê bi bîr dixe, û dibêje; “Komîteya me 30 dewreyên perwerdeyê bi rê ve birin. Dewreya perwerdê ya herî dawî jî li Borîk bû. Vê dewreyê mehekê dewam kir. 15 kes beşdarî wê bûn.”
Derfet kêm in daxwaz mezin e
Mamostayê pwerwerdeyê û endamê Komîteya Çand û Huner, Hemo Şengalî jî li ser xebatên komîteya xwe dibêje; “Her çendî derfetên me kêm bin jî, dewreya me serketî derbas bû. Me bi moraleke pirr xurt ciwanên Şengalê perwerde kirin. Bi rastî çanda Êzîdî jî pirr kevnar e. Lê nehatiye perwerdekirin. Em çiqas perwerde bibin, em ê ew çend bibin Êzîdî. Di nava şagirtên me de wê gelek ji wan di nava xebatên hunerî de pêşengiyê ji civaka Êzîdî re bikin.”
Ez fêr bûm, ez ê fêr bikim
Ji beşdarên dewreya perwerda huner, Merwan Malo ku serketî dewreya xwe ya perwerdê bi dawî kir, hestên xwe wiha îfade dike; “Em ji bo alikariya Tevgera Azadî malavahiya wê dikin. Ez pirr kêfxweş im. Ez amade me ku tiştên ez fêr bûme, fêrî ciwanên din bikim.”
Di dawiyê de Komîteya Çand û Huner, tembûrek diyarî da Merwan Malo ku di rêza yekem de dewreya xwe ya perwerdê bi dawî kir.
ROJNEWS / ŞENGAL