´Pêşmerge heye lê kêm e´
Li ser rewşa ewlekariyê ya halê hazir Seîd Hesen Seîd got, "aramî heye. Ev jî aramiyeke weha ye ku hêzên çekdar ên DAIŞ´ê hêj miletê Şengal bi giştî û civaka êzdî ji xwe re nekirine armanc. Rast e pêşmerge li Şengalê hene, lê belê, li gora min, pêşmergeyên heyî têra berbertiya DAIŞ´ê ya saetekê jî nakin. Peşmerge hene, lê kêm in. Hin gund hene neh deh hezar mal in, li wir sed pêşmerge hene. Ango, heke şerê çekdarî destpê bike pêşmergeyên heyî têra paraztina saetekê jî nakin. Herçî gundên sînor in, Turkman di wan de bûn. Ew jî reviyane û DAIŞ ketiyê. Gihane sînorên Êzîdiyan, herçar aliyê Şenagalê DAIŞ têde ye.
´Xelk koçberan weke xwe dibîne´
Seîd Hesen Seîd behsa metirsiyên xelkê jî kir û got, tehlûkeya herî mezin ew e ku milet karê revê dike. Seîd behsa pêla koçberên Turkmen kir ku hejmara wan ji hejmara şêniyên devera Şengalê jî bihuriye û got, "xelkê Til Efer hatiye Şengalê, ev jî bû sedema pirsgirêkan ji bo xelkê Şengalê. Elektrîk nîne, buhayê zad û qût giran bûye, xelkê Til Efer hatine. Xelkê Şengalê pêşwaziya koçberên Til Eferê gelekî baş kir. Hin malan deh malbat hewandine. Makulatên xwe bi wan re parve dikin û wan weke xwe dibînin; çi Êzidî, çi Misilman, çi Mesîhî, çi ereb, çi kurd hemûyan koçber pêşwazî kir.
´Xelk neçar kara revê dike´
Seîd Hesen Seîd got, ev çar roj in elektrîk bi temamî qut bûye, gaza ji bo mibbexan û çêkirina xwarinê peyde nabe û tevî vê jî ti amadekariyên rayedarên cihî nînin ji bo hewandina koçberan li wargehan, tevî ku hejmara wan ji serjimara devera Şengalê bihuriye jî. Seîd ji bo amadekariyên xelkê Şengalî yên revê kir û weha pêde çû: "xelkê deverê hemû xwedî sîleh in, dikarin xwe biparêzin, lê belê hêzeke xurt a ku manewiyata wan xurt bike nabînin. Ji ber vê jî neçar e amadekariyên revê bike. Reva wan jî ber bi çiyê ve ye, lewma li çarhêla wan DAIŞ´ê heye. Çiya jî germ in, teht û zinar in, av nîne, zad û qût nîne. Ango tehlûkeya reva xelkê ji DAIŞ´ê mezintir e.
´Bereyeke şer li dijî DAIŞ´ê nîne´
Ji ber bêhelwêstbûna rêxistinên civaka sivîl, civatên dînî û mezinên eşîran Seîd nerazîbûn nîşan da û got, partiyên siyasî jî heta niha nebûne xwedî helwêsteke diyar, ev jî metirsiyê zêdetir dike, lewma manewiyata xelkê xurt nakin û tedbîr nehatine girtin.
Ji bo bereya pêşmergeyan li hemberî DAIŞ´ê jî Seîd got, ew bi xwe çûye ser gundên li ser sînor û got, li gundekî mezin ku bêhtirî dehhezaran mirovî lê ne bi tenê 50 ta 100 pêşmergeyî hebûn û ev peşmerge nikarin li hember êrîşên cidî yên DAIŞ´ê li ber xwe bidin. Serokê TEVDA´yê Seîd nûçeyên li ser hebûna bereyeke xurt a pêşmergeyan jî li dijî DAIŞ*ê derewandin.
LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN