Gelê Şengalê piştî rizgarkirina Şengalê, vedigerin malên xwe.

Şengal piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an ku têde gelê Êzîdî rastî komkujiyek mezin hat, hat valakirin.  Li Şengalê li taxa City Zeynep û Gulberojê yekîneyên parastina Şengalê 11 mehan berxwedanekî bêhempa nîşan dan.

Di 13’ê Mijdara 2015’an de, di encama berxwedanekî mezin de taxa Gulberoj û City Zeyneb jî bi rizgarkirina navenda Şengalê re hate rizgarkirin. Niha jî malbatên ji ber fermanê neçar mabûn malên xwe biterikînin, vedigerin li ser xaka xwe ya azad. Yek ji wan malbatên vegeriyane, malbata Omer e.

 

‘Gezek nan û tasek av hesreta me bû’

Hadî Miho Ulo yê piştî fermanê vegeriyayî li ser mala xwe û yek ji mezinê malbatê ye hestên xwe wiha vegot; “Li çiyayê Şengalê qet rewşa me nebaş e. Ne av heye, ne jî ceyran. Ji ber fermanê em neçar bûyîn derketin serê çiyayê Şengalê. Li wir jî rewşa me nebaş bû. Gezek nan û tasek av hesreta me bû. Bi vekirina korîdora  şervanên YPG’ê re û hatina gerîlayên PKK’ê re rewşa me hinekê baş bû.”

 

Birînên hev bi pêçîn

 Hemşe Omer ya ku ji komkujiyê xilasbûyî û di nava malbatê de yekane jin e, wiha peyivê “Li vir ji ber şert û mercên jiyanê em gelek zehmetiyan dibînin. Ji berî fermanê jiyana me gelek baş bû. Lê pişt fermanê jiyana me vegeriya dojehê. Di roja fermanê de cîranên me xiyanet li me kirin. Li gel vê yekê jî em dest ji têkoşîna xwe ya jiyanê bernadin. Xaka Şengala pîroz hezar carî ji wargehan xweştir e. Wergeh cihê dîlan e, xaka Şengalê ya pîroz jî ya bi xwîna sedan ciwanî hatî rizgarkirin cihê azadiyê ye.”

Hemşê axaftina xwe wiha berdewam kir; “Her çiqas şert û mercên jiyanê zorê bide me jî, em ê têkoşîna xwe ya jiyanê berdewam bikin û ji bo bi xebitin. Şengal ya me ye û ya kesên xwe di berde fade kirine. Cihekî ku zarokên me lê bilezîn nemaye, ev yek jî me gelek xemgîn dike. Ji ber ku niha her der xirab bûye. Ji ber vê yekê banga me ji hemû gelê Êzidî re ewe ku vegerin li ser xaka xwe. Şengalê ji nûve ava bikin û birînên hev bi pêçîn.”


RODA AMED/ DESTÎNA KOBANÎ / ROJNEWS/ŞENGAL