Parlamenterê Iraqê ji lîsteya Tevgera Goran Hûşyar Ebdullah bi destek û îmzeya 30 parlamenteran, piştî aloziyên Şengalê, daxwaznameyek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Iraqê kir. Hûşyar Ebdullah di daxwaznameyê de daxwaz kir ku mijara aloziyên Şengalê bê nîqaşkirin. Ebdullah di daxwaznameya xwe de wiha ragihand; “Em daxwaz dikin ku rewşa ewlehiya Şengalê bi şêweyek fermî di rûniştinên Parlamentoya Iraqê de were rojevê. ”Her wiha Hûşyar Ebdullah di daxwaznameya xwe de wiha jî got: “Giringiya rewşa ewlehiya Şengalê pêwîst e werê rojevê ji ber ew aloziyên beriya niha li Şengalê rû dane guman heye dubare bibin û tiştên diqewimin diyar dikin ku ev rewş roj bi roj zêdetir xerab dibe. Ger ev neyê çareserkirin, wê encamên metirsîdartir bixwe re bîne.” 


 SILÊMANÎ