Şevê din, şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û YPJ-Şengal li girekî stratejîk ê di destê DAIŞ'ê de çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 13 çete hatin kuştin û di wî şerî de Fermandarê YBŞ'ê Egîd Efrîn jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Fermandar Egîd Efrîn doh li Şehîdgeha Şengalê li gorî kevneşopiyên Êzîdiyan bi merasîmekê, hat veşartin.
Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal di merasîmê de peyivî û got, "Em soz didin ku em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin." Fermandarê YBŞ'ê Şengal da xuyakirin ku weke hêzên parastina civata Êzîdî hemû şervanên YBŞ'ê wê mîna Egîd bi lehengî şer bikin û berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê ji vê dozê venegerin. Şengal got, "Hevrê Egîd weke Êzîdiyekî Efrînî ji roja destpêkê ya fermanê ve li Şengalê bi erka parastina gelê xwe rabû û bû hevparê êşên gelê me. Berpirsyariya di vê oxirê de diket ser milê xwe bi fedekariyeke mezin bicih anî."

'Ji roja destpêkê ve li cem gelê xwe bû'

Endamê Meclîsa Damezrîner a Şengalê Heso Îbrahîm jî got, "Em ji vê derê sersaxiyê ji malbata Şehîd Egîd re dixwazin, li pêşberî hemû malbatên şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Şehîd pêşengên me yên azadiyê ne. Heta ku lehengên me yên mîna şehîd Egîd hebin, ev gel wê ne bi tenê be. Hevalê Egîd ji roja destpêkê ya fermanê û vir ve li cem gelê xwe bû. Em ê lehengên xwe ti carî ji bîr nekin û di rêya wan de her bimeşin."

Li dû axaftinan şervanê YBŞ'ê Egîd ji aliyê Mîcêwirê Şêbil Qasim Şêx Bapîr ve hat pîrozkirin. Şêx Bapîr li ser cenazeyê Egîd Efrîn dua û qewl xwendin. Cenazeyê Egîd Efrîn li ber duayên dayikên Şengalî hat veşartin. Şengaliyan kevirê ser gora şervanê YBŞ'ê maçî kir û ji şehîdgehê derketin.

ANF/ŞENGAL